TÛZIK

 ÇUNG

 NASTURTÎÛM OFÎCÎNALE

Tûzik riwakek (nebat) ji malbata tiviran yê nav av û lêvavî (beravî) yên pir salanî û ji dikakan (zerzewat) tê hesibandin. Li ber û li nav avên zelal hê?în dibe, tama wê hinekî tûj e. Bi reh, rî?î, aj û katkên xwe li derdora xwe belav dibe. Bejna wê li ser navtengên kesk û bi go?e 30-80 cm bilind dibe. Belg (pel) ên wê bi awayek ji hev cuda rêz dibin û di?ibehin baskan. Pelên rexên baskan yên biçuk hêkane, pelên dawîn hinekî mezin û dilane ne. Rengê pelan keskên biriqok in. Kulîlkên wê di serê gupikên navtengê de derdikevin û spî ne. Kulîlk wek qevdek kulîlkan bi hev re ne. Kulîlkên wê çarpel û navika wê sor e. Di nava navikê de tozdankên dolkirinê hene. Pa?ê ew kulîlk dibe qabsûl û nava wê kabsûlê bi bizrên biçûk dagirtî ye. Kêm- zêde 6 cûreyên tûzikê hene. Lê ya em qal dikin ya ber avan û ya rasen bi navê wê “Nasturîtum  Ofîcînale” ye. Bi Kurdî tê wateya bêvilsoj (dufin-kep-poz soj) bi Tirkî jêre dibêjin “su teresî” û  bi Almanî jî “brunnenkresse”ye.

Welat û dîrok : Welatê wê hûnikahîyên Asya û Ewropa yên ber avên paqij e. Ji wan welatan belavî deverên din bûye. Dîroka wê ba? nayê zanîn. Ti?tê tê zanîn li Mezopotamya û Îranê ji berî zayînî ji bo derman û wek pincarekî ji bo seletan, ji bo nav birinc û birû?an (?orbe) dihat xebitandin. Yewnan û Romayiyên qedîm jî tûzik dixebitandin. Ji salên 1800 an vir de li Ewropa û xasma li Brîtanya û Swîsre çandinîya wê tê kirin. Her weha çandinîya wê belavî hemi welatên Ewropa û Emerîka bûye.

Berhevkirin : Tûzik ji meha Gulan heta meha Êlûnê tê berhevkirin û ji bo xwarin, seletan,  ?irûb û çayê di malan de tê xebitandin. Ji ber ku dema hi?k dibe piranîya vîtamîn û mîneralên xwe winda dike, nayê hi?kkirn. Heke bête hi?kkirin jî faydeyek jê nayê dîtin. Lewre her ti?tê wê bi tazetî tê çêkirin.

Têdahîyên tûzik ê : Potasyûm, Hesin, Arsen, Îyot, Rûnên sabit, Rûnên xerdal, Alkola benzil, Alkola benzal, Kukurt, Gilîkoz, Morozîn, Natriûm, Fosfor, Vîtamîn B1, B2, C, E, ß (karoten) û hwd.

Bikêrhatîyên tûzikê : 1- Destavê zêde dike û diqulipîne. 2- Belxemê tavêje. 3- A?ikê bi hêz dike û hezmê hêsan dike. 4- Sefrayê zêde dike. 5- Xwînê pakij dike û metabolizmayê bi hêz dike. 6- Pê?îya bawîbûn, bagirêk (ûr) an digire. 7- Ji bo bron?îtên kronîk, arê?eyên dan û stendina bêhnê gelek bi kêrhatî ye. 8- Ji bo guatir û nexwe?îya ?ekir pir bi kêr e. 9- Qebizbûnê ji holê radike, hêrsbûnê aram dike û î?tahê vedike. 10- Ji bo nexwe?îyên çerm tê bikaranîn, hêza zayendî zêde dike. 11- Ji bo kezeb, pi?ik û a?ikê  tê amoj (tawsîye) kirin û hwd. 

Gotinên bisporan di derbarê tûzik ê de .

Tûzik ji sîyelê (ispanax) zêdetir hesin, bi qasî pirteqalê vîtamîn C, ji ?îr zêdetir kalsîyûmê dihewîn e. Lewre li hember bêvîtaînîyê riwakek bi kêrhatî ye. Tuzik î?tahê vedike, xwînê pakij dike, pê?îya pence?êhran digire û bedenê li hember nexwe?îyan diparêze.

Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje: “ Dr. B Jurgens û Dr.med E. Schneider li hember guatirê amoje dikin. Dr.Leclerk ji bo bron?îtê amoje dike.

Komisyona E wrûpa di belavoka xwe ya monograpfî ya 01.02.1990 ya bi reqema 22 an de beyan dike ku tûzik berî her ti?tî ji bo sermagirtinên rêyên bêhndan û standinê tê bikaranîn”.

Kêrhatîyên Tuzikê : 1- sîrûb 2- selete .

1-      Sîrûba tûzikê : Tûzika xwe di robota mitbexê de hûr bikin û ava wê bigivê?in. Ji bo her 100 ml ava tûzikê 50 gr ?ekirê toz  an jî hingiv û dimsê berdin nav û tevdin. Pa?ê bikin sarincokê bila sar bibe. Rojê 3-4 caran kevçîyek qahwê jê vexwin.

2-Seleta tûzikê ya bi grêyfûrt : Du qevdên tûzikê, 2 greypfurtên peyazî , ji bo sosa ¼ pîvaz, ½ kevçîyên xwarinê ?ekir, ava leymûnekê, 2 kevçîyên xwarinê dohnê zeytê, hinek bibera re? û hinek xwê, ?ekir, pîvaz, leymûn, dohnê zeytê bîber û xwê bi hevre bi çetalekî b ?ilqînin heta tîr dibe. Greyfûtê spî û dîlim kin, tûzikan jî hûrkin û bi greyfûtê re tevlihev kin û  sos ê berdin ser, serwîs bikin.

3-Seleta tûzikê ya bi îsot : 4-5 îsotên sor, qevdek tûzik, 10 dîlim penîrê qe?ar, hinek penîrê spî . Ji bo sos 1 kevçîyê xwarinê dims, 1 kevçîyê xwarinê ava leymûnan an jî sîrke,  1 kevçîyê ?êranî kuncîyên qelandî.

Binikên îsotan jêkin, bizrê wê jê derxin, bi dirêjane bikin du ker (du qet, du tela?) û bavêjin firinê bila 15 deqan  bipijin. Tûzikan hûr kin û bikin nav firaxekê, îsotên û dîlimên penîr li ser rêzkin, malzemê sosê  tevlihev kin û bi ser dakin.

About The Author