Îcar govend xwe? bû

Li ser bextê dîk û mirî?kên Sûriyê û rojnameya Daîly Maîl ê be, dibêjin jina Be?ar Esed Esma Esed xanima germik û nermik terka Sûriyê û mêrê xwe kiriye û revî revî çûye Londonê.

Dibêjin dilê Esma xanimê xwe li ber lêdan, ê?kence û kujtina xelkê Sûriyê negirtiye, gellek caran bi ser serê mêrê xwe de kiriye pitepit û xwestiye ku ew dev ji lotik û zîtirkên hovîtî berde. Lê dibêjin hingî malbata Esed ji vexwarina xwîna xelkên Sûriyê têr nedibû, Esma xanimê buxçika xwe avêtiye ser kerek ?amî, lê siwar bûye û berê xwe daye London a Brîtanyayê.

Aha îcar govend germ û nerm bû gelî xwendevanan.

Ji xwe berê jinên dîktatoran direvin û pi?tre jî mêrê wan didin dû wan û terka welatê xwe dikin. Xuyaye ev jî nî?ana vê yekê ye ku wê aqûbeta Be?arko jî wilo be, ewê jî di demek nêzîk de kurtanê kerê xwe lê ke, lê siwarê û berê xwe bide Londonê, rêya çûn û nehatê.

De xwezî bi wê rojê rebbî…

Qami?lo

About The Author