Xirtûjê Ba?ewala

Hemû ni?tecihên ?amê ba?ewala-bêderpî digerin. Tenê kirasekî spî bera ser la?ê xwe didin û egalekê li ser simala serê xwe bicih dikin û bi vir de û wê de zîz dibin.

Dema bayeke, bahozek radibe, kirasê wan li serê wan digere û qûn û kîr û gunê wan derdikeve meydanê. Ji ber vî hawê wan jî, li ?amê kesê ku qûn û kîr û gunê hev nedîbin tune ye. Ev mesele ji bo zilaman nedibû pirsgirêk, lê ji bo jinan pirsgirêkeke mezin bû.

Rojên hewa nexwe? bûya, ba û bahoz hebûya, rebenê jinan diketin taya xwe û derve.

Waliyê ?amê daxwiyaniyekê belav dike. Dibê, “Kesên ji niha û ?ûn de ba?ewala bigerin, ew ê bi cezayekî mezin bên darizandin. Divê ji niha û ?ûn de, her kes bi derpî û binderpiyan bigerin. Yan na ew ê bi çavên xwe bibînin bê çi tofanî û bobelat ê bê serê wan…

Rojek, du roj, hefteyek, deh roj. Zabitên bajêr zilamekî ba?ewala dibînin û wî digrin.
Zilam tînin cem Walî.

Walî li zilam dinêre û jê dipirse: “Navê te çî ye?”

Zilam: “Ibêdê Evdiezîzê Xirtûj”

Walî: “Tu çi karî dikî?”

Zilam: “Bi Xwedê karê beradayan dikim”

Walî: “Karê beradayan çî ye?”

Zilam: “Ne tu bipirsî û ne jî ez bibersivînim.”

Walî: “Na, na, hema min pirsî û tu jî bibersivîne”

Zilam: “Welleh begê min, hebe ez dikim, tune be ez dua dikim…”

Walî: “Sihet xwe? gidî! Karê te pirr pîroz e”

Zilam: “Mala te ava, ez jî di vê qenehet û baweriyê de me.”

Walî: “Tu zewicî yî? Zarokên te hene?”

Zilam: “Belê ezbenî, ez zewicî me. Sê jinên min hene. Navê yekê Bedrê ye, ji wê 13 zarokên min hene; navê ya din Edlê ye, ji Edlê 16 zarokên min hene û ya dawî jî ?emsê ye, ji wê jî, 17 zarokên min hene. Dilê min heye ez ya çaremîn jî bînim.”

Li pê gotina wî ya dawî, devê Walî dihere li pa? guhê wî disekine, ?a? û matmayî li zilêm dinêre. Difitile ser zabitayên xwe, dibê: “Ji kerema xwe bi dor herin kîrê wî maçî bikin, gunê wî ba? bifirkînin û wî berdin. Ceza meza jî ji Ibêd re tune, wextê rebeno çênabe ku derpî li xwe ke…”

About The Author