Mamê me da bin dûvê AKP

Mamê me ?erafeddîn Elçî, hevpeyvînek qirase daye ANF û çend lotikên germ û nerm avêtine. Elçî gotiye: “Kurdên ku qedera xwe kirine yek, divê bersivek pêwist bidin AKP û serokê wê Kasimpa?alî Receb”.

Mamê me bi hêvî ye ku hevkarîya di navbera her sê partîyên Kurdan de bikin tifaqek demdirêj û rêxistin, dem û dezgehên ku li derveyî hevkarîyê mane jî bik?înin nava vê tifaqê. Mamê me dibêje ku hevkarîya wan li ser sê xalên sereke çêbûye û ew jî „Naskirina nasnameya Kurdî û di fermîyetê de paraztina wê, di her qadê de bikaranîn û perwerdeya bi zimanê Kurdî û desthilatdarîyek xweser a Kurdan“ e. Ango, divê Kurd xwe bi xwe îdare bikin û bibin xwedîyê desthilatdarîya xwe.

 Elçî, lotikek qirase li Kasimpa?alî Receb xistiye û gotiye: „Sermezino di 2005 an de hebûna pirsa Kurd qebûl kiriye û gotiye ezê vê pirsgirêkê çareser bikim. Lê xiyaro ji bo ku ra û dengê Tirkan bistîne, îro hebûna pirsa Kurd înkar dike û lotikên pa?ûpê davêje“ û ji Kurdan xwest ku wek mîlîtanan bixebitin da ku li Kurdistanê vê tirrê ji Kasimpa?alî û AKP re nehêlin.

Ez serê we neê?înim, mamê me ?erafeddîn Elçî xwe? gotiye, nerm gotiye û germ gotiye. Heçê bixwazin namzetên Kurd berê xwe bidin meclîsa Tirko û Kasimpa?alî Receb li Kurdistanê têxin xefika mi?kan, divê wek mîlîtanan, wek gêrik û mûrîyan bixebitin cîgerên min. Ji ber ez seqet im û lingekî min tuneye, ez nikarim bibim mîlîtan. Ez karim dua ji wan re bikim. Îcar hûn çi dikin hûn bi qîma xwe ne û xelas…

Enqere

About The Author