Yek li defê dixe, yek li zirnê

Serokwezîrê Tirko û generalê AKP Kasimpa?alî Reco, ji bo ku deng û rayê Tirkên nîjadperest bistîne û di hilbijartinê de bibe mîr û wezîr, bê fedî dest bi înkara hebûna pirsa Kurd kir. Artê?a wî roj namîne ku êrî?î ser gerîllayên Kurd neke û wan qetil neke, nekeve xwîna wan. Bi navê çareserkirina pirsa Kurd siyasetmedarên Kurd davêje zindanê û rûyê xwe yê re? e?kere dike. Mêro berê hebûna pirsa Kurd qebûl kir, jina xwe ji xwe berda û got ku ezê vê pirsê çareser bikim û tirrê jê berdim. Lê sermezino tifa xwe alast û di nav derewên xwe de teqinî.

Werhasil, mijara me li ser cîhgirê wî Bulent Arinç bû.

Bulent efendî bi minasebeta hilbijartinê hat Amedê û çend lotikên berevajî serokê xwe Erdogan avêtin. Erdogan li defê xist, ew jî niha li zirnê dixe. Erdogan ji bo nîjadperestên Tirk hebûna pirsa Kurd înkar dike, Arinç jî ji bo dengê Kurdan bistîne hebûna pirsa Kurd qebûl dike û dide bin dûvê serokê xwe.

Bulent Arinç, bi ?e? telaqên AKP sûnd xwar ku li Tirkiyê pirsek bi navê pirsa Kurd heye û kes nikare vê pirsê înkar bike.

Bulent Arinç, wekî din lotikek din jî avêt derûdorê û got:”Ji bo xwedê û pêxember, gellek silavên min li Leyla Zana û Hatîp Dîcle jî bikin, ez têm herdu çavên wan” û peyamek da Kurdan.

Ez serê we neê?înim û nekim wek serê Erdogan, Erdogan li Tirkiyê li defê dixe û Bulent Arinç jî li Kurdistanê li zirnê dixe. Îcar wê çi nav li vê koma def û zirnê bê kirin ez jî nizanim..

Amed

About The Author