Ê welle bende jî çikacaxim hevalno!

Van heyaman artê?a dewleta Tirko bi xurtî operasyonên xwe dibe ser gerîllayên Kurd û destê xwe bi xwîna keç û xortên Kurd di?o. Ji ber ku KCK biryara „agirbesê“ girtiye û tenê di paraztina xwe de ye, artê?a Tirk û cewrên hikûmeta Erdogan bê ?erm û fedî zarokên me dikujin û naletê li 101 bavê xwe tînin.

Doh-pêr dîsa 12 keç û xortên nestêle bi destê dolheramên Asenayê ?ehîd ketin û berê xwe dan bihu?ta rengîn. Kurd wek gurên birçî rabûne ser pêyan û vê zîtirka artê?ê û Erdogan ?ermezar dikin, xwedî li zarokên xwe, li gerîllayên xwe derdikevin.

Ê helbet xort û keçên nûhatî jî bi van lotikên dolheramên Asenayê dibin wek agir û pizot, dixwazin derkevin serê çiyê û tola xu?k û brayên xwe ji cewrikên Asenayê hilînin. Ango, ji Erdogan û artê?a Tirk re bûye fersend. Agirbes bi kêrî wan hatiye û dixwazin berî destpêkirina ?erekî din, heyfa xwe ji Kurdan hilînin, wan çavtirsandî bikin û bikujin. Ji Kurdan re jî kêr gihaye hestî û êdî bawerîya Kurdan bi soz, dek û dolabên Erdogan hew tê. Mêro bi navê çareserkirina pirsa Kurd dest bi rijandina xwîna Kurdan kiriye û navê vê jî „Açilima AKP“ lê dike. Erdogan çerm û postê mîhan li xwe kiriye lê wek gurên devbixwîn hevalbendîya artê?ê û dijminatîya Kurdan dike.

Ez serê xwe û we neê?înim, keç û xortên me îro dibêjin „Daglara çikacagiz, hesabini soracagiz“. Ango, „Emê derkevin çiyê û hesab bipirsin“ filan û bêvan.

Yaw brano, wellehî û billehî bende jî çikacaxim. Lê ji ku çikacaxim hûn zanin?

Ji nav ?eqê keç û jinên Tirkoleran!

Ezê di delingê re „gîrecegim“, di nav ?eqê wan de „patlatacaxim“ û di devê wan re çikacaxim.

De haydê brano, çiya li we û berî û metropol jî li kekê we Firildeq Elî…

Bela rehma xwedê li ?ehîdên Kurd û Kurdistanê be rebbî…

Stenbol

About The Author