Divê Dara Bîlek bersiva van tohmetan bide

 Serok û damezrênerê JÎTEM ê Arif Dogan (ew dibêje min JÎTEM damezrandiye), lotikek qerase û bêîman li kekê me Dara Bîlek xistiye û mejiyê Kurdan kiriye wek ?orba kelandî.

Qûnekê Arif Dogan di pirtûka xwe de (JÎTEM î ben kûrdûm) di rûpela 49, an de, behsa kevnesekreterê KUK ê Dara Bîlek kiriye û gotiye: “Têkilîya min bi kampa Lavrîon re hebû (kampa Lavrîon li Yûnanistanê ye). Ez li wir bi kesekî re têkildar bûm. Ez bi rêya posta zindî (bi rêya kesekî din) pê re têkildar bûm. Wî kesî di derbarê herêma Erûhê de agahdarîyên pir ba? dida me”.

Arif Dogan dibêje ku ew kes serokê rêxistina KUK ê Dara Bîlek bû.

Ji Amed û hinek herêmên Kurdistanê di derbarê pirtûka Arif Dogan û kekê me Dara Bîlek de gellek nivîs û emaîl hatin. Ji me xwestin ku wek Lotikxane em erka xwe bînin cîh, lotikekê li vê mijarê xin û mijarê di awira gelemperî de bînin zimên.

Helbet bawerî bi Albay Arif Dogan nayê, ew kare û em bawerin ku ji %99 derewan jî dike. Kare faîl û sîxurên ku ew bi wan re têkildar bû ve?êre, wan e?kere neke û hinek kesayetîyên din wek Dara Bîlek pê sûcdar bike. Ev îhtîmalek herî mezin e.  Lê bersiva vê pirs û lotika bêîman incex Dara Bîlek kare bide. Divê kek Dara Bîlek lezgîn bersiva pirs û meraqa ku di serê awira gelemperî de ye bide û vê tirrê ji Arif Dogan re nehêle.

 

About The Author