Gundî Kemal dîsa lotikek pa?ûpê avêt

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglû, angp gundî Kemal, li Dêrsimê lotikek pa?ûpê avêt xelkê û xwelîya heft gundên Dêrsimê li serê xwe kir.

Gundî Kemal ê ku tucarî Kurdbûna xwe qebûl nekiriye û Kurdbûn ji xwe re wek “toqa naletê” dîtiye, li Dêrsimê behsa dîroka xwe û e?îreta xwe kir û wek her carê dîsa xwe kir Tirk û virq. Mêro di axavtina xwe de got ku qa?o ew ji e?îra Kurey?an e, Kurey?an e?îrek Turkmen e û eslê wan jî ji Tirkên Asya Navîn e.

Ûlan ewladim, ma Kurey?î ne e?îreta Hz. Mihemed e oxlim? Ma Turkmen û e?îra Kurey?an? Kurey?î e?îretek Ereb e, çi î? û karê Ereban li Asya Navîn heye û ew kengî bûne Turkmen?

Werhasilî kelam, ji bo ku eslê xwe înkar bike û Kurdayetîya xwe qebûl neke, gundî Kemal çi ji destê wî tê dike. Tu dibê qey wê bi înkara gundî Kemal Kurd ji dinyayê biqelin. Kuro cîgerim, wê CHP a te tirr ji Dêrsimîyan berda, qirra Kurdên Dêrsimê anî, ma tu ?erm û fedî nakî tu hîna jî didî dû ?opa Mistoyê kor û eslê xwe înkar dikî baba?

Axir canim, bi tirr û fisan tenûr germ nabe. Gundî Kemal ne yê pê?î ye û wê nebe yê talî jî. Kurdên ku eslê xwe înkar dikin bi çewalan hene. Bela gundî Kemal jî zêdebûna ser kezebê be ma dinya xira nabe…

Dêrsim

About The Author