Ji bo raya gi?tî

Li ser nûçeya derew ya Avestakurd

Mixabin ku ev cara diwemîne malpera Avestakurd nûçeyên bêbingeh li ser serokê PYD ê birêz Salih Muhemed Mislim (bavê Welat) diwe?îne.  Em dibînin ku ev ?êweyê we?andina nûçeyên bêbingeh yên dûrî rastiyê, metodekî êrî? û re?kirinêye li hemberî partiya me û bi taybetî li hemberî rêvebiriya partiya me.

Em weke komîta ragihandina PYD ê dibînin ku malpera Avesta di vê dema nazik ya ku rojavayê Kurdistan têre derbas dibe, partiyên me nêzîkî hev dibin û dengê xwe dikin yek li hember dost û dijminan,  pêwiste rêvebirên malpera Avestakurd li gora exlaqê çepemaniyê tevbigerin pêre jî xwe dûrî nûçeyên bêbingeh û pirevekisyon û tevlîheviyê bikin. Wê pir û pir ba? be ku malpera Avesta bi erkên xwe weke ragihandin rabe û xwe dûrî kîn, tolhildan û hisabên biçûk bike.

Di dîtina me de ya rast ew bû ku malpera Avesta ji me jî bipirsiya ka ev nûçe rastin ya na, lê em dibînin ku mebesta Avestakurd ne belavkirina nûçeya rast û bêalî ye, beravajî vê em dibînin ku ew jî ketiye nav kempaniya re?kirina partiya me.

Kampanya re?kirinê li dijî  partiya me tu sûdê ne ji malpera Avestakurd re û ne ji doza gelê me re li rojavayê Kurdistan tîne.  Em bi hêvîne ku ev malper di zûtirîn dem de xwe dûrî van lîstikên qirêj bike û bibe alîgirê çareserkirina pirsgirêka Kurd û hevgirtina partiyan li rojavayê Kurdistan û dev ji nûçeyên derew berde.

Nûçeya li ser hevdîtina serokê partiya me û Be?ar Alased serokê komara Sûrî  derew e û bingeh jêre tune.

Em dozê li malpera Avesta dikin ku jêdera xwe e?kere bike.

Komîta raghandina PYD

18.05.2011

About The Author