Sibe roja qiyametê ye

Grûpek oldarên Amerîkî ev çend roj in propaganda dikin ku wê 21 Gulanê (sibê) qiyamet rabe û wê Hz. Îsa dakeve ser ruyê erdê. Li gora ku ev grûpa oldar dibêje, xwedêgiravî di Tewrat û Incilê de jî 21 ê Gulanê wek roja qiyametê tê destnî?ankirin.

Propaganda û bawerîyên vê grûpa oldar bandora xwe li hinek bajarên Rûsyayê jî kiriye û xelkên bajarên wek Kirov, Novosibirksk, Karsnoyarsk, Omsk û Saransk jî ji niha ve ketine heyra roja qiyametê û û di kolanan de afî?ên roja qiyametê daliqandine.

Gotina „wê di 21 ê Gulanê de qiyamet rabe“ gotinên Ke?e Harold Campîng ê Amerîkî ye û gotinên vî ke?eyî niha bûye sedema tirs û xofa roja qiyametê.

Werhasilî kelam, heke sibê (21 ê Gulanê) qiyamet ranebe ji xwe hew radibe. Kesên ku bawerin wê 21 ê Gulanê qiyamet rabe û dinya serûbinê hev bibe, bela bên xwe di qul û kewarên Lotikleaksê de ve?êrin gelî xwendevanan. Kewarên me têra xwe saxlem in û fî?ekên tenq û topan jî tê re derbas nabin wesselam…

Amerîka

About The Author