Ateîst wek hespên fahl in

Li gora lêkolîna ku li Amerîkayê çêbûye, ateîst (xwedênenas – kafir) di warê seksê de ji oldaran hartir in û jinaya wan a seksê ji jiyana oldaran pir çêtire.

Di lêkolîn û lêpirsîna ku psîkologên Zanîngeha Kansasê Darrel Ray û Amanda Brown bi 14.500 kesî re çêkiriye, ateîst ji ber ku serê xwe bi olê re naê?înin û di serê wan de tirsa çûna cehnemê tuneye, jiyanek bextewartir dijîn û di warê seksê de lotikên dijwartir davêjin. Lê oldar û dîndar zêdetir li çûna bihu?t û cehnemê difikirin, jiyana wan a seksê her bi tirs e û lotikên xwe jî bi tirs davêjin.

Di lêkolînê de grûpa ku herî kêm li seksê difikirin grûpa „Mormon“ in û pi?tî wan jî grûpa „?ahidên Yahova“ tên.

Di lêkolînê de ti?tekî pir balkê? derketiye holê. Ew jî ev e ku kesên ji malbatên dîndar tên, zêdetir „masturbasyon“ê dikin (bi xwe xwe? tînin, ji xwe berdidin) û perwerdeya xwe zêdetir bi tema?ekirina fîlmên pornoyê pêk tînin.

Ez serê we neê?înim, li gora lêkolînê ateîstan li vê dinyaya gewrik kêf kiriye û kêf kêfa xirrê wan e, guhê xwe nadin hebûn û tunebûna 70 horîyên bihu?tê. Û dîndar jî bi xewn û xeyalên çûna bihu?tê û bazdana ser 70 horî û nûrîyên germik û nermik  bi xwe xwe? tînin.

Li ser bextê psîkologên Zanîngeha Kansasê be qurban…

Amerîka

About The Author