Li TRT6 ê lotikên bêîman tên avêtin

Kanala dewletê ye, ya AKP ye ti?tekî din, em vê pirsê deynin alîyekî. Lê kî lotikan ji bo zimanê Kurdî bavêje xizmetek ba? e û wê rebbê alemê xêra wî / wê di deftera xwe de binivîse. Li gora ku Ezraîl, Esrafîl û Mîkaîl ji me re gotiye, heçê xizmeta zimanek wek zimanê Kurdî bike, wê rasterast biçe bihu?tê û bibe mêrê / jina 70 horî û nûrîyên germik û nermik.

Werhasilî kelam, kekê me Zeynelabidîn Zinar zend û bendên xwe hildaye û li TRT6ê derza Kurdî dide karmendên televizyonê. Ew û Prof. Dr. Qedrî Yildirim lotikên Kurdewarî davêjin û hewl didin ku zimanê Tirkî ji devê karmandên TRT6ê bavêjin û zimanê Kurdî di devê wan de bidirûn.

Seydayê me çima ev biryar daye hûn zanin?

Çima ku qeymeqamê Batmanê kurê dêlê Hayrûllah Yildiz di sala 1981ê de ji seydayê me re gotiye “E??ekçe konu?ma” ango “Bi zimanê keran neaxive” û Kurdî kiriye zimanê keran, ji seydayê me re bûye înad û wî jî biryar daye ku vê tirrê ji dêqehpên mîna Hayrûllah Yildiz re nehêle û dest bi perwerdeya zimanê Kurdî bike.

Axir, seydayê me Zeynelabidîn Zinar niha derza Kurdî dide karmendên TRT6ê û mîrkutên zimanê Kurdî li nav serê wan dixe. Di televizyona dewleta wan de zimanê „E??ekçe“ dixe kefenê 101 bavê cewrikên dêlegura Asenayê.

De xwedê xêra wî qebûl bike û 71 horîyên bihu?tê bike qismetê wî rebbî…

Enqere

About The Author