Xêrnexwaz çi ji KUK ê dixwazin?

Albay Arif Dogan û li gora gotina wî “serokê JÎTEM”ê, di pirtûka xwe de behsa kekê me Dara Bîlek kiriye û ji bo ku wî di awira gelemperî ya Kurd de re? bike, ew wek sîxurê JÎTEM ê daye nî?andan.  Bi vî awayî Arif Dogan û hêzên tarî yên li pi?t wî, xwestine êrî?î KUKê û KUK çî yên ku xwedîyê dîrok û derbasbûnek pakij in bikin.

Balkê? e, berî ku pirtûka Arif Dogan derkeve bi demek dirêj, (2005) di nav PDK-Bakur de hinek xêrnexwazan pirsgirêka rehmetî Remezanê Ha?im û KUK ê anîn rojevê û PDK-Bakur ji hev tarûmar kirin, dijminatî û nakokî xistin navbera endamên PDK-Bakur û kevne KUK çî yan û xizmeta kesên wek Arif Dogan kirin. Ew kesên ku ji bo PDK-Bakur kevirek dananîne ser kevirekî û ji xirakirinê pê ve tu xêrek bi vê partîya qedîm nekirine, bi kiryarên xwe yên li dijî KUK ê û KUK çîyan, ji Arif Dogan kêmtir nemane û îro jî bi navên cuda û sexte wê zirarê didin  PDK-Bakur û kevne KUK çî yan.

Birastî em dijminatîya wan kesan ya li dijî KUK ê û KUK çîyan fêhm nakin. Ji bo ku dev ji endametîya serokatîya PDK-Bakur bernedin û li ser xwîna ?ehîdên vê partîyê biçêrin û diçêrin, bi her awayî êrî?î kevne KUK çî yan dikin. Ew kesên ku PDK-Bakur tenê ji bo navê xwe û berjewendîyên xwe bi kar tînin û mesele anîne wê derecê ku karin bi korsanî dest deynin ser malpera PDK-Bakur jî, îro jî dev ji dijminatîya KUK ê bernedane û bi navên sexte di malperên cuda de li ser derew û îftîrayên Arif Dogan dinivîsin, pi?tgirîyê didin JÎTEM cî yan û li ser navê Dara Bîlek dixwazin dijminatîya KUK ê û kevne KUK çî yan bikin. Ew kesên ku pi?tgirîyê didin derewên Arif Dogan, bawerin ku wê KUK çî partîyê têxin destê xwe û wê kursîyê wan ê riziyayî ji binê wan birûxe, wê derfet ji wan re nemîne ku karibin li ser pi?ta PDK-Bakur û ?ehîdên wê biçêrin û vê partîyê li gor daxwaza kesên wek Arif Dogan ji dîrokê rakin, têk bibin.

Vê dawîyê kesekî ku newêre wek mêran bi navê xwe yê rastîn binivîse  û bi navê Serhat Amed (serhat21@hotmail.com) qa?o ji Amedê li ser Arif Dogan û Dara Bîlek nivîsandiye, berê jî heman lotik avêtin û di nava PDK-Bakur de kevne PDK î û KUK çî anîn himberî hev. Lê pi?tî ku kevne KUK çîyan tifa wî pê dan alastin, îro jî dixwaze bi kesayetîya Dara Bîlek êrî?î KUK ê û KUK çîyan bike. Serhat Amed (serhat21@hotmail.com) ku bi xwe li Almanya bajarê Bonn ê dimîne û IP adresa wî ev e (88.153.48.52), divê bi mêranî, bi navê xwe yê rastîn derkeve pê?berî ciwamêran û rexneyên xwe bike.

Helbet Dara Bîlek bersiva xwe daye, hewce nake em pi?tgirîya wî bikin. Lê madem kîna Serhat Amed (navê wî yê rastîn li cem me heye) ewqasî li himber KUK ê û Dara Bîlek heye, çima xwe di bin navê sexte de vedi?êre û pi?tgirîya JÎTEM cî yên wek Arif Dogan dike? Gelo kîjan siyasetmdarên Kurd ji alî dijmin ve nehatiye gumanbar û tawanbarkirin? Gelo Serhat Amed bi vê kampanyaya li dijî KUK ê nabe ?irîkê JÎTEMê û Arif Dogan?

Zêdeyî 30 sala ye ez Dara Bîlek nas dikim. Heke me rojek ji rojan ?ik ji Dara Bîlek bikira, ez bawerim me yê rojekê bi tenê jî silav nedabûya wî. Lê mesele ne mesela Arif Dogan, JÎTEM û Dara Bîlek e. Mesele dijminatîya KUK ê ye. Kesên ku ditirsin KUK dîsa ji xewa giran ?iyar bibe û rê li ber çeqel û keftaran bigre, ketine nav helwestek qirêj, ji wan re mahne çêbûye û bi saya serê Arif Dogan û JÎTEM ê êrî?î welatperweran dikin. Lê reva pisîkê heta dawîya kulînê ye. Wê xirab di xirabîya xwe û qenc jî di qencîya xwe re derkevin.

Di dawîyê de dixwazim bêjim ku wê kesên mîna Arif Dogan jî û kesên ku ?irîkatîya wan dikin jî nikaribin dîrok û Kurdperwerîya KUK ê û KUK çî yan biherimînin.

About The Author