Mêr mêran nas dikin

Wek tê bîra we, serokê Aczîmendîyan Muslum Gunduz, di sala 1996an de di ser Fadîme ?ahîn de hatibû girtin û tirr tê de bûbû fis.

Û Huseyîn Uzmez?

Huseyîn Uzmez jî berî çend salan dest avêtibû keçikek 14 salî û qû? li rebenê qetandibû. Pi?tî çend mehan Huseyîn Uzmez efendî ji hepsê hat berdan û lotika wî jê re ma.

Derket holê ku herdu zinêkarên me?hûr heval û dostên hev in, di civîn û ?ahîyên kêfê de tên cem hev û bîranînên xwe yên “kê kir kê û kê ji kê derxist” ji hevre dibêjin.

Ez serê we neê?înim, dibêjin “Mêr mêran nas dikin”.

Îcar her teyr bi refê xwe re difirre gelî xwendevanan. Hay ji van teyrên bi rîh û ?a?ikmezin hebin. Xwe ji wan biparêzin û heke hûn rastî hev hatin jî, 25 girêkan li doxîna xwe xin..

About The Author