Pelûla kelandî û ?orba nîskê, PDK-Bakur

Gelo haya we ji partîya PDK-Bakur heye? Yan jî partîyek bi navê PDK-Bakur maye û mabe jî çend parçe ye?

Birastî ez wek endamekî vê partîya qedîm nizanim çi bêjim, ji kê re bêjim û xwelîya heft gundan bi serê kê dakim.

Xwedêgiravî vê dawîyê PDK-Bakur kongreya xwe çêkir, meclîsek nû wek bûkek 14 salî hilbijart û hêvîyek mezin da me. Me bi dengekî bilind ji wan re lîland, li çepikan xist û me hêvî kir ku wê çawî? û ba?çawî?ên PDK-Bakur a nû dest bi lotikên qerase bikin. Lê yabo me dît dîsa çîrok heman çîrok e, eynî tas û eynî himam e, PDK-Bakur dîsa wek pelûl û ?orba nîskê ye û ji her serîyekî dengek derdikeve. Tew ji xwe meclîs û serokê nû cilik ki?andine ser serê xwe, pêjin û his ji wan nayê û meydan ji Xelo û Celo re hi?tine. Xelo, Celo û Selo dîsa li ser navê PDK-Bakur daxuyanîyan derdixin, dest danîne ser malpera partîyê û tew hesabê kesekî jî bi xirrê xwe nakin.

Kuro aferîn ji we re!

Bi namûs hûn mêr in!

Heke partîyek nikaribe xwedî li malpera xwe û li partîya xwe derkeve, hema bela bero?ek ?orba nîskê û pelûla kelandî bi serê xwe dake û xelas.

Law sayin çawî? û ba?çawî?ên meclîsa nû!

Ma hûn di guhê gê de ne babam?

Hûn ciwamêran ji partîya xwe îxrac dikin, lê kesên îxrackirî li ser navê we daxuyanîyan derdixin, pi?tgirîya namzetên serbixwe dikin û serê govendê dik?înin. Yan hûn jî wek Mahmûd Ehmedînejad li benda hatina “Hz. Mêhdî” ne cîgerim? Yan wek ciwamêran xwedî helwest bin, xwedî siyaset bin, bê helwest û bê siyaset nemînin, yan jî li mala xwe rûnên û bela Xelo, Celo û Selo çend pelên ku bi dara PDK-Bakur ve mane jî biwe?înin.

Werhasilî kelam, xwezî ji mîrê keremê re ku niha Faîq Bûcak û Saîd Elçî ji gorê rabûna û ev çawî?, ba?çawî? û generalên vê partîyê bidana ber mezreb û mîrkutan û hew. Law madem hûn xêrekê bi vê partîyê nakin û kevirekî danaynin ser kevirê din, qe nebe bihêlin bela ?ehîdên vê partîyê di gorê de rehet razên kaka….

Mersîn

About The Author