Name

Ji welatê zilma doh û rehma îro

ji warê agirê vemirandî

û xewna di baxçê bê ax de çandî

ji dîroka ku ezman bê roj xwendî

û sitêrên ji hev veqitandî

ji tarawgeha ji me pêve nedî

û ji nav me, em ên ji xemgîniyê

bêtir li me nebûye xwedî

ji jiyana mirî a ji xwe?ikbûnê xeyidî

ji quncê cîhanê, a xwedê giravî bi azadî

lê ne ji me re, ê me ji me re bê bend û qetandî

ji nav mirovên berê xwe ji xwedê zîvirandî

mane li vir xwedê pere ye

eve cîhan li vê cîhanê

û bi melyona bûne ?andî

ji nav dilên xwe?î xewna wan a revandî

periyên digerin li dilên bi kêf û xwe?î çandî

ji me?a bêdengiyê a ber xwe daye hêviya qurçimandî

herçar aliyên vê me?ê bê nav nîvisandî

ji bakurê berê xwe dayê rojhilatê la? mirandî

lê dilê rojhilat bang dike: MIN Ê?A MESIH KI?ANDÎ

çima îro tu serdikeve, ez jî dimînim dil?ikandî

ji welatê wate bûye peymanek ?ewitandî

çend gotinên bi wate jibo bîranînên dil hejandî

jibo gula dil vejandî

jibo welatê rehma doh û zilma îro

dûrim ez, dûrbûna te pir giranî

bela bi?kê destê felekê,

bê xwedî bimîne ew xanî

çawa destên me ji hev dûrkir

dîtin nema, xeml kanî

tu maye li ber destên xelkê zalimî nezanî

ketî zindana xeman

tenêbûna zivistanî

ez jî bûme li welatê xelkê

bêhêz û biyanî

jibo dergû?a tê de mezin bû dîrok û ?aristanî

jibo gundê lê mezin bûye zaroktiya min

jibo axa ez vi çarpîkan di nav de diçûm

jibo bîranînên di dil de dijîn

jibo dema roj diçû ava

jibo dema roj dihat ava

jibo xwe?ikbûna Serêkaniyê

silav û rêz

About The Author