JI BO RAYA GI?TÎ

Mixabin di 25-26.05.2011 an de, bi nave Kutbettin Ozer li ser navê PDK-Bakur RDW (yurtdisi orgutlenmesi) ji raya gi?tî re daxuyaniyek hatiye belavkirin ku „PDK-Bakur RDW di hilbijartina Tirkiyê ya 12 Hezîranê de pi?tgiriya namzetên serbixwe dike“. Rêzdaran, Bêyî ku em têkevin niqa?a mijara hilbijartinê û dengê bijerên Kurd îpotek bikin, em wê nivîsa ku li ser navê me hatiye belavkirin ?ermezar dikin û dibêjin ew nivîs û dîtin bi tu awayî PDK-BAKUR RDW girê nade û ew ?exsê Kutbettin Ozer girê dide.

Weke ku berê jî me raya gi?tî agahdar kiribû, çi nivîs, çi daxuyanî û çi jî agahdariyên ku bi navê Kutbettin Ozer li ser navê PDK-Bakur RDW (yurt disi orgutlenmesi) ji raya gi?tî re yan ji ?exsiyetan re bê ?andin, bi tu awayi PDK-Bakur RDW girê nade û me eleqe nake. Ew tenê ?exsiyeta Kutbettin Ozer girê dide.

Têbinî: Nivîsên ku bi vê emaîlê (rdwbakur@hotmail.com) bên ?andin, rêxistina me ya derveyî welêt girê dide.

silav û rêz

Komiteya PDK-Bakur a RDW

About The Author