KNK lotikek Kurd û Kurdistanî avêt.  Kurdên ku ji navê Kurdistanê ?erm dikin û yan jî dixwazin navê Kurdistanê ji holê rakin, bela ji vê lotika KNK ?erm û fedî bikin. Em vê lotika KNK pîroz dibînin û çavên endamên KNK radimîsin.

BRÛKSEL – Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di encama 11. Civata Gi?tî de ji bo rayagi?tî ya Kurdistanê û ya Herêmê deklerasyonek lezgîn we?and. Di deklerasyona ku bi awayek “Girîng” û “Dîrokî” tê nirxandin de ‘maf û erkên netewî’ yên Kurd û Kurdistaniyan hatin rêzkirin.

KNK’ê di 11. Civata Gi?tî ya ku be?darbûna nunerên ji hemû partiyên Kurd, li paytexta Belçîka Brûkselê li dar dixe de KNK “Deklarasyona Erk û Mafên Neteweyî yên Kurd û Kurdistanîyan” wekî belgeyeke giring ya dîrokî qebûl dike û pê?kê?î bîr û rayagi?tî Kurdistanê, Rojhilatanavîn û cîhanê dike.

Madeyên deklerasyonê wiha ne:

1. Navê erdnîgariya ku Kurd û gelên din yên kêmanî bi hev ra lê dijîn Kurdistan e û navlêkirinên kolonyalîst û dagîrkeran red dike û bang li Kurd û Kurdistanîyan dike ku navê Kurdistanê bi wêrekî bêjin û bi kar bînin.

2. Kurd û Kurdistanî mafdar in ku li ser axa xwe qedera xwe tayîn bikin û rengê desthilatdarîya xwe li goreyî daxwazên xwe tesbît bikin.

3. Kurd û Kurdistanî, bi taybetî li bakur, rojhilat û rojava û herweha navçeyên ku li ba?ûr derveyî tixûbên Kurdistana Federal mane, navên cih û warên Kurdistanê yên ku dewletên Tirk, Îran û Sûrîyeyê û herweha Iraqa Beasê bi amanca bi?aftin û jenosîdê guherî û kirine Tirkî, Farisî û Erebî bi biryardarîyeke bilind ya neteweyî qebûl nekin û navên Kurdî û yên zimanê xwe bêjin û bi kar bînin.

4. Kurd û Kurdistanî, hewildanên tengkirina tixûbên Kurdistana Federal qebûl nekin û di serî de Kerkûk û hemû navçeyên di nav tixûbên xwezayî yên Kurdistanê da biparêzin.

5. Kurd û Kurdistanî, li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê navên bi zimanê xwe danin ser zarokên xwe û pa?navên xwe yên Tirkî, Farisî û Erebî biguhurin û bikin Kurdî û zimanê xwe.

6. Kurd û Kurdistanî, makzimanên xwe hakimî jîyana xwe bikin û daxwaza perwerdeya bi makzimanên xwe bilindtir bikin û pirzimanîyê li ser hemû dem û dezgehên dewletên serdest „de facto“ ferz bikin.

7. Ala, flama û sembolên neteweyî li her derê pêdivî bi kar bînin û di rojên ku wateya xwezî û daxwazên neteweyî didin de cil û bergên neteweyî bikin ber xwe.

8. Bazirgan û esnafên Kurd û Kurdistanî, temamî firo?karî û bizava xwe ya bazirganî bi Kurdî û zimanên xwe bikin û xelk jî kiryarîya xwe bi zimanê xwe bikin.

9. Kurd û Kurdistanî, bawerî, dîn û diyaneta xwe ya xwemal bijîn û wacibên bawerîyên xwe li goreyî rêz û rêzikên xwe bi cih bînin û dîn û diyaneta „fermî“ red bikin û bi cih neyînin.

10. Kurd û Kurdistanî, hemû cudahîyên xwe yên ji sîstem û çanda fermî ya dewletên serdest derêxine pê? û ?în û ?ahîyên xwe, jiyana xwe bi cudahî û rengên xwe yên neteweyî ve bijîn.

11. Kurd û Kurdistanî, li hemû parçeyên Kurdistanê û meydanên dîasporayê di astê bi awayek herî bilind pi?tevanîya neteweyî xurt bikin û dijî kir û kiryar û dek û dolabên dewletên serdest bi hi?yardarîyeke bilind ya neteweyî destekeke mutleq bidine hevdu.

12. Kurd û Kurdistanî, ji bo peydakirin û wergirtina destek û hevkarîyên navneteweyî, di serî da digel demokrat û pê?verûyên ji xelkên serdest û herweha hemû humanîstên cîhanê, xebat û têko?îneke fedekarane bikin.

13. Kurd û Kurdistanî, di serî de ji bo azadîya serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtîyên polîtîk yên li seranserê dewletên kolonyalîst û li welatên dî, xebat û têko?înê wekî pi?tgirîyeke neteweyî qebûl bikin û di nav hewildanan da bin.

14. Kurd û Kurdistanî, pi?tevanîya herî mezin bidine pê?engîya polîtîk û le?kerî û li bizava neteweyî xwudan derkevin û herweha ciwanên Kurd û Kurdistanî le?kerîya dewletên serdest red bikin û neçine le?keriyê

15. Kurd û Kurdistanî, hemû edetên kevneperestî û zordarî û desthilatîya mêr?ahî ya li ser jinê red bikin û mafên jinan di dereceya wekhevîyê da bigirin û bi cih bînin.

ANF NEWS AGENCY

About The Author