Altanê me bû pizot

Namzetên serbixwe yên BDP bûne wek ?êr û pilingan û agir ji devê wan dibare. Nizanim ne di dema hilbijartinan de dibin wek pizotên êgir, ne jî bi xwe agir û pî?o ne.

Namzetê serbixwe û gunikre?ê Kurd Altan Tan, mîrkutek li nav serê Kasimpa?alî Receb xist û ew gêjo mêjo kir. Altanê me li gundekî Licê, li ?ikefta Eshab-î Keyf axavtinek qerase kir û wek tenûra gund sor û germ bû.

Altan, lotikek Kurdewarî avêt serokwezîr Erdogan, mîrkutê xwe li nav serê wî xist û got: „Ew sermezinê Kasimpa?alî, ne mafên ku xwedê daye me û ne jî hiqûqa Yekîtîya Ewrûpayê nas dike. Ji ber vê; ji teko?în û serhildanê pê ve tu rêya me nemaye. Serokwezîr ne mafên ku di quranê de û ne jî Seîdê Kurdî nas dike“ û da lotikan.

Ez serê we bê?înim û neê?înim, namzetên me bûne wek pizotên êgir û mîrkut li ser mîrkutan li nav serê Erdogan dixin.

Heke rojekê Erdogan ji ber mîrkutên Kurdan sewsî, gêj û dîn bibe û berê xwe bide nexwe?xana dînan a bajarê Elezîzê, qet ecêbmayî nemînin ha….

Licê

About The Author