Wî jî got „serok Apo“

Erê dinyayê, kê bawer dikir ku rojek ji rojan wê mamê me Şerafeddîn Elçî jî ji başqan Ocalan re bêje “serok Apo” û serê govendê bikşîne. Gelo ev „elametên roja qiyametê“ ne, yan nîşana “zayîna qantirê” ye ez jî nizanim. Lê ez dibêjim îcar govend germ û xweş bû û mamê me Şerafeddîn Elçî jî bû sergovend.

Li ser bextê cilêtçî, esrarkêş û pêxwasên Amedê be, dibêjin mamê me Şerafeddîn Elçî li Amedê taxa Yenîşehîrê axavtinek qerase ji xelkê re kiriye û gotiye ku “ez wek îmana xwe zanim wê rojekê Apo bê berdan” û wek hespên serxweş ên Bahman Gobadî xelk anîye galeyanê.

Lê ya herî germik û nermik ev e ku mamê me gotiye: “ Eger blok di hilbijartinan de bi hêz derkeve, wê temsîlîya milletê Kurd xurt bibe. Wê roj bê, emê ne pêşwaziya cenazeyên gerîlla bikin, emê bi zindî pêşwaziya wan bikin. Emê hevalên xwe yên di zindanan de di nav xwe de bibînin. Ew serok Apo yê ku hûn ji bo wî bedena xwe dişewitînin û bêriya wî dikin, wê di nav me de be” û serê hefsêr berdaye.

Kilîlîlîlîlî, şabaş, şabaş, şabaş, teq, teq, teq ji mamê me Şerafeddîn Elçî re!

Ez gundî û rebenê xwedê nizanim gelî lotikvanan. De ka hûn bêjin:

Gelo ev elametên roja qiyametê ne, yan saxlemkirina kursîyên meclîsa Tirko ne?

Lê tirsa min ji çiye hûn zanin?

Ez ditirsim rojekê mamê me Şerafeddîn Elçî jî ji bo başqan Ocalan agir bera bedena xwe bide û xwe bişewitîne, we go çi? Gelo ez xelet im yaw?

Ax başqan Ocalan ax….

Hinek bi xêra navê te bûn xwedî mal û milk, dewlemend bûn û li Izmîr, Stenbol, Bodrûm û Kûşadasî bûn xwedî dikan û apartiman. Hinek bi xêra navê te bûn baronên bazirganîya navnetewî û xwedîyê şîrket û holdîngan. Hinek bi xêra navê te bûn wekîl û parlamenter. Hinek bi xêra navê te bûn serok, bûn rêvebir, bûn siyasetmedar û başçawîşên gerîlla.

Û ez rebenê xwedê Cilêtçî Mihê?

Ez mam himalê berê law..

Wey weleeeeedddddddd li min feqîrê xwedê wey weled!

Amed

About The Author