TRT Şaş û AKP Duşeş!

Pêşbaziya Strana Xwe Bêje ya TRT şeşê ku bi produksiyoneke xurt dest pê kir, dîsa bi produksiyon û portokoleke xurt bi dawî bû. Di ?anoya AKPê ya fînala pê?baziyê de, hunermendên li studyoyê bûn qe?merok, siyasetvanên hikumetê û rêvebirên TRTê jî wek lîstikvanên herî serkeftî li ser dika pê?baziyê hunerên xwe nî?an dan. Bi vê dîmenê jî derket holê ku, TRT ?e? a ku weşaneke şaş dike ji bo AKPê jî xebateke Duşeş dike!

Bernameya Strana Xwe Bêje ji destpêkê heta niha bi zimanekî tirkewar we?ana xwe dikir û ji nav kanalê jî tu kesî gilî û gazin ji vê nedikirin. Jixwe pê?ke?vanê studyoyê Acar Filîzê ku, him ji bo ziman him jî ji bo pê?ke?vaniyê karesatek bû bi kêfxwe?î dihat tema?ekirin. Ji ber ku armanc ne pê?ke?î û pê?ke?vaniyeke kurdî û kurdewarî bû, tu pirsgirêk tune bû. Acar Filîz jî li ser dikê bi wan hewldanên xwe yên ku bi wî zimanê ?ikestî dixwest henekan bike, tenê kêfa berpirsên kanalê tanî. Ji ber ku mijara me ya vê nivîsê ne pê?ke?vanî ye ne jî kurdbûn û kurdewariya bernameyê ye em behsa herdu keçikên pê?ke?van nakin. Em ê di vê nivîsê de, fînala ku bi ?ov û ?anoya AKPê hatiye kirin bi we re parve bikin.

?ivan û Ciwan benî?tê devê wan bûn, lê…

Heger di nav we de kesên bernamaya Strana Xwe Bêje tema?e kiribin hebin wê çêtir têbigihîjin ku, helwest û rew?eke çawa hebû. Heta dawiya pê?baziyê jî stran û navê hunermendên kurd ên bûne malê civakê yên wek ?ivan Perwer û Ciwan Haco li ser zimanê xwe kirin benî?t. Lê di encamê de diyar bû ku, armanc tenê populîzm û xapandina civakê ye. Ew ne qîmetê didin fikrên ?ivan ne jî yên Ciwan, ew tenê bi vê televizyonê heta ji wan tê bi bilêvkirina kurdên kurdewar û populer bazirganiya xwe dikin.

Di pê?baziyê de AKP bû Fînalîst

Ew tenê fikrên cimaeta Gulen û Ak Partiyê bi rêya TRT ?e?ê hewl didin li ser kurdan ferz bikin. Êdî ev jî pir e?kere û diyar e. Di fînala Strana Xwe Bêje de, mebest tenê standina dengên kurdan ên ji bo hilbijartina 12ê Hezîranê bû û lîstika ?anoyê jî li gor vê hatibû amade kirin.

Wezîrê Darayî Mehmet ?im?ekê Kercewsî ji bo dengên Batmanê bistîne bû jurî. (Berî bibe juriyê Strana Xwe Bêje ewil bi awayekî sîparî?î çû bû mêvanê Gulbarîna Berdan Mardînî û li ?ûna derkeve qadên Batmanê li qada TRT ?e?ê derket pê?berî hilbijêran.)

Wezîrê Dewletê û cîgirê serokwezîr Bulent Arinç ji bo qenciya ku, bi saya TRT ?e?ê li kurdan kirine vebêje li wir bû. Abdulkadir Aksuyê ku tirkmenê Diyarbekirê ye, ji bo dengên Amediyan biki?îne ber bi AKPê ve li wir bû. Gerînendeyê Gi?tî yê TRTê ?brahîm ?ahin, kordînatorê TRT ?e?ê Fethullah Kir?anê kercewsî û hê gelek rêvebirên em navê wan nikarin bijimêrin, ji bo ku vê lîstika ?anoyê li studyoyê bi awayekî zindî û serkeftî pê?ke? bikin li wir amade bûn. Ji xwe Seîd Yusuf, Yekbûn û Kadîr Îpekê jurî jî li wir berdewama karê xwe yê mayî dikirin.

Protokola we?ana zindî bêqisûr bû

Dîsa parsekên ber deriyê wan Berdan Mardînî, Nilufer Akbal, Alî Karadenîz, Murat Batgî û Ferzende Kaya jî, him ji bo deynê wan pereyên ku heta niha ji TRTê xwarine di gewriya wan de asê nemîne û heqê xwe li hevdu helal bikin, him jî ji bo di hilbijartinê de qa?o çend puanan li AKPê zêde bikin, li protokolê cihê xwe standibûn. Werhasil fînala Pê?baziya Strana Xwe Bêje bi produksiyoneke xurt hatibû amadekirin ku, ji her hêlan ve propangandaya AKPê lê hat kirin. Navê AKPê derbas nebû be jî di bernameyê de, ji xwe qedro temam bû û lîstik jî bêqisûr bû. Her çiqas ne hat bilêvkirin jî lîstikvan hemû ji nav heman tîmê bûn.

Me bi we?ana zindî ya Fînala Strana Xwe Bêje dît ku, televizyoneke bi bac û bex?ên hemwelatiyan tê xwedîkirin,çawa ji bo armanca hêlekê tê bikaranîn û di ser de jî çand û hunera kurdan û nirxên wan bi populîzmeke pûç têne binpêkirin.

***
Çend têbinî ji TRT ?e?ê

TRT ?e? bi qedroyên kontenjana cimaeta Gulen tê birêvebirin

Ji ber ku TRT ?e? kanala dewletê ye diviyabû hemû rengên civakê li gel cudahiyan bihewîne nav xwe. Lê vê nake û tu hewldaneke wiha jî bi berpirsên kanalê û hikumetê re heta niha xwe ne daye der. Ji xwe piraniya karmendên kanalê ji kontenjana cimaetê ne û diyar e wê qet karekî ji bo fêdeya gelemperiya civakê neke. Lê hikumet û derdorên wê bê ?erm û fedî vê kanalê wek lutif û qenciyekê pê?ke?î kurdan dikin û naxwazin rastî û neçariya li ser vekirina wê bînin ser zimanê xwe.

Dixwazin hemû xebatkar û bernameçêker bi?ibin wan

Gelek kurdên nivîskar, rew?enbîr, hunermend û siyasetvan we?ana TRT ?e?ê wek gaveke ba? nirxandibûn û heta bi karên kurdî pi?tevaniya wê jî dikirin. Hê jî kurdên dilsoz û kurdewar ku, ji ber tunebûna qedroyên cimaetê TRT ?e? ji neçarî bi wan re kar dike hene. Lê ew jî zanin ku armanca wan û TRT ?e? û hikumetê ji hevdu cuda ye. Hikumet ango cimaet hewl dide hemû karkirên kanalê ji nav xwe hilbijêre, wan bi?ibîne xwe û bixe xizmeta polîtîkayên xwe. Çend kes hene ku, nû bi kurdîtiya xwe hesîyane û tenê ji bo qezenckirina pereyan dikarin mêjî û rihê xwe jî bifiro?in. Vê jî bi awayekî e?kere dikin û ji bo ?ovên AKPê jî dibin pêlîstok û qe?merok.

Mebesta min ne tawanbarkirina hemû kesên ji TRT ?e?ê re kar dikin e, mebesta min lîstîk û ?anoya hundirê kanalê ye ku, hin ji wan bernameçêker û karmendan jî bi dil an bê dil dibin pîyonên vê lîstikê.

About The Author