XOX Û TERAQÎ

 PRUNUS   PERSÎCA

Xox riwakek (nebat) darane ji malbata gulan e. Bejna wê 2-8 mitroyan bilind dibe û temenê wê 30 sal in. Kuliîlkên wê yên peyazî berî pelên wê vedibin. Pelên wê kesk, dirêj û rimane ne. Fêkîyên wê yên biçûk û mezin hene. Yên mezin bi qasê pirteqalekê ne . Fêqîya wê sor, spî û sorespî ye û serê qa?ilê fêkî wek qedîfeyek hinekî bi pûrt û bêhnxwe? e. Go?tê fêkîya wê sor, spî û peyazî ye û pir bi avî ye. Di nava wî go?tî de dindikek qa?il girnijok û hi?k heye û ew bi kakil e. Lê ew kakil tenê ji bo derman tê xebitandin. Wekî din ( ji ber ku jehrîdar e) nayê xwarin. Ji fêkî û kakilê wê rûnek tê derxistin. Di bingehê de du cûreyên xwe hene, yên çandinî û yên kûvî. Ji dervayî wan cûreyek din heye jê re dibên “teraqî “ (nektarîn). Herçend teraqî ne xox e  (bîjîyê alûçe û xox ê ye) jî, lê Tirk wê jî xox a pê pûrt bi nav dikin.  Bi Tirkî navê wê “?eftalî” (ji Farisî girtîne) bi Almanî jî Pfîrsch e.

Welat û dîrok :  Wek ji navê wê jî xuya ye, welatê xox ê Îran e. Lê hinek dibêjin

“ nexêr ne Îran e ( ji ber ku kûvîyên wê ne li Îran ê lê li  Çînê hatîne dîtin) lê Çîn e”. Dîroka wê ba? nayê zanîn, lê ti?tên ku tên zanîn 2000 sal B.Z ê li Çîn û Îranê çandinîya wê dihat kirin. Xox li Çînê bûyê sembola nemirinê. Çînîyan serguldank û porselen bi wêneyên xoxê dixemilandin /dixemilînin. Misrîyan kesên ku biryara ku?tina wan didan,  dindikên xoxan bi wan didan xwarin û ew jahrî dikirin.  Xox ji îranê hatîye Kurdistan, Anatolîya, Yewnanîstan û ji wir jî derbasî welatên din yên derdora Derya spî, Ewropa û ji Ewropa jî derbazî deverên din yên cîhanê bûye. 

Berhevkirin : Belgên xoxan dema kesk û ciwan in, kulîlkên wan jî dema vedibin tên berhevkirin, di sîberê de tên hi?kkirin û di nav firaxên cam de devgirtî tên hilanîn. Fêkîyê wê dema digehin ( meha Hizîran- Êlûnê) tê berhevkirin . Bi gelemperî bi tazetî tê xwarin. Lê tên hi?kkirin (e?babî) û hilanîn jî. Herweha wek rêçal û konposto jî tên hilanîn. An jî yên hi?kkirî tên hêran û ji bo zivistanê wek çayê tên vexwarin.

Têdahîyên xoxan : Potasyûm, Rûn, Karbonhîdrat, Proteîn, ?ekira fêkîyan, Fosfor, Asîdên folîk, Hesin, Sodyûm, Magnezyûm, Vîtamîn A, B2, B3, C û hwd.

Bikêrhatîyên xoxan : 1- Sîstema givirandinê (mehandin) dixebitîne û hezmê hêsan dike . 2- Sererast (tekûz) xebitîna kîskê sefrayê û gurçikan pêk tîne. 3- Rovikan nerm dike, kirmên wan tavêje der û  qebizbûnê ji holê radike. 4- Jehra di nava xwînê de pakij dike. 5- Destavê diqulipîne û gilî û gazinên ku ji bawesîrê tên kêm dike. 6- Li hember nexwe?îyan berxwedana bedenê zêde dike. 7- Agir û hêsbûnê dadixe û li hember bêxewîyê gellek bikêrhatî ye. 8- Bedenê li hember pence?êhran û qrîzên dil diparêze. 9- Kevirên gurçikan dihelîne. 10- Çerm nerm û xwe?ik dike, bêhna dev dibe û belxemê tavêje. 11- Li hember nexwe?îya xurifînê (xwe ji bîrkirina ji kalbûnê tê) dermanek bi bandor e.

Bikêrhatîyên rûnê xoxan : Kêrhatîyên rûnê xoxan jî hema hema wek yên xox ê ne.

Bikêrhatîyên pelên xoxan : 1- Heke belgên wê bên kelandin û ava wê li guh bê dilopandin, wê kurmên di nava guh de bikuje. 2- Destavê diqulipîne, hêrsê dadixe, ji biron?îta kronîk re pir bikêrhatî ye. 3- Di demên dugîyanbûnê (hemilbûn) de zehf bikêrhatî ye. (lê divê zêde neyê xebitandin)

Bikêrhatîyên kulîlkên xoxan : Bikêrhatîyên kulîlkên xoxan jî hema hema wek yên belgan in.

Gotinên bisporan di derbar ê xoxan de :

Li gor lêkolînên navenda  (merkeza) Agrîlîfe Resecher li Texas (teksas),  hatîye peyitandin (tesbîtkirin) ku du fenotîkên ku hucreyên pence?êhran di demek kurt de dikujin di xox û alûçê de peyda dibin. Ji wan lêkolînvanan,Dr. Dawîd Brene dibêje :

“ Kemoterapî hemû hûcreyan dikuje. Lê têdahî û lihevkirîyên fêkîyan bandorê li ser hucreyên saxlem nakin; bi tenê ji bo ku?tinê bandorê li ser hucreyên pence?êhran yên xisardar dikin. Di dinê de ji % 16 ên jinan ji pence?êhra pistanan (memik) an dimirin, lewre hewceye jin zêde xoxan û alûçan bixwin”.

Prof. Dr. Ender Saracoxlu dibêje : “ Kulîlkên xoxê qebizbûnê ji holê radike, kurmên nava rovikan dixe. Fêkîyê wê hezmê hêsan dike, rêyên avrêjê pakij dike, pir îdrarê diherikîne, gilî û gazindên ku ji serikên bawesîran tên hiltîne, ji bo kîskê sefrayê û gurçikan pir bi faydeye”.

Îbn’î Sîna (hukumdarê hekîman) di pirtûka qanûna Tib ê de dibêje :” Heke belgên wê ji alîyê derva li beden bê hesûn, wê bêhna nexwe? ji holê rake. Heke ava belgên wê ya rasen wek dilopan bêxin guh wê kurmên wê bikuje. Rûnê wê ji bo ê?ên cênik (mox) guhê?ên ji serma û ji germê tên re ba? e. Heke belgên wê yên heri?andî wek melhem li ser zik bê danîn, wê li ser kurmên rovikan bandora ku?tinê nî?an bide.

Xoxa gehe?tî ji bo a?ikê (mexde) ba? e. Bandora wê ya i?tahvekirinê heye; lê li ser xwarinan xox  xwarin ne ba? e ( ji ber ku xwarinan xirab dike). Lewre berî xwarinan li xurînî duristire. Taybetîya wê ya xwedîker zêdeye. Xoxa gehe?tî rovikan nerm, lê ya xam qebizê çêdike”.

Bikaranîn : 1- Çaya belg û kulîlkên xoxan 2- Maska xoxan 3- Rûnê xoxan.

1-      Çaya kulîlk û pelên xoxan: Kevçîyek xwarinê belg û kulîlkên xoxan bikin nav qedehek avê û ava kelî berdin ser bila 10 deqîqan bimîne. Pi?tre   biparzinin û vexwin. Heke belg û kulîlk ter bin, berê 5 deqîqan bikelînin û 5 deqîqan jî di demê de bihêlin û vexwin. Heke toza go?tê xoxan be, kevçîyek ji wê tozê berdin nav qedehê û ava kelî berdin ser û vexwin.

2-     Maska xoxan : Xoxek mezin û gehi?tî spî bikin (biqe?êrin),  bi çetalê biheri?înin û kevçîyek hingiv bikin nav û tevlihev bikin. Pa?ê li rûyê xwe xin, bila 20 deqîqan bimîne û  bi ava ?îrgerm bi?on. Herweha hûn di?ên (karin) tûvilê (kevil /qa?ilê) xoxan jî nehavêjin û li rûyê xwe xin.

3-     Rûnê xoxan : 8-10 dilopên rûn berdin ser pirtek ?ekir / parîyek nan, an jî qedehek çayê av û bixwin/vexwin. Ji bo alîyê derve jî wek dohnê masajê bi kar bînin.

Hema , hema têdahî, bejin û bal û kêrhatîyên  teraqî û xoxê wek hev in.

Teraqî bîjîyê xox ê û alûçê ye. Ji %70/75 xoxê pêk tê. Cudahîyek wan ew e ku teraqî ji xoxê kêmavtir, bê pûrt û reqtir (hi?ktir) e û rengê wê sortir e. Ji alîyê vîtamîn C û A de ji xoxê dewlemendtir e. Di pîyasê de ji xoxê zêdetir tê girtin û çandin. Cûreyên wê yên zer wek qeysîyan jî hene. Ji alîyê tamê de jî ferqîyek biçûk di nava wan de heye.

About The Author