Gera li kolanên Kurdistana Paltalkê 2

Gelî xwendevanên Lotikxanê…

 Ez do çûm geryana Kurdistana Paltalkê civata Kurdên binya xetê ( Sûrî) ba  Kurdo Bavê ?êrzad lehengê mêran, kilê çavê zeriyên binxetê, hogê berana, deqriwê li hember qerewat û merewatên binxetê.

Destpêka ?evê yek ji siyasetmedarê Kurdên binxetê anîbû koçkê. Gelek pirs jê kirine û wî camêrî jî bersiv da, heya demekê civat ba? derbas bû. Lê gava mêvan çû tev tevizîn, wek marê têr mi?ik li wan hat, Kurdo bandikir nedikir kesî bersiv  nedida.

Kuro lawo yek ji we xebera ji min re bidin wey hey agirê Cisir?ixûr bi mala we ketino! Galgalekê, gotinekê, pêkenokekê yan jî rahijin maykê û tifî ser û çavê Be?ar bikin, hey hawarrrrr  ana hûn li vir in? Kesî bersiv nedida.

Kurdo bang dikir û diqîriya: Ma mirîno; eybe camêr kesî bersiv nedida.

Malmîratino hûn jî dîtinên xwe li ser komkujiyên Sûrî bêjin; Eybe  camêr, bêdengiyê berdewam dikir.

Mûzîk datanî ser; kesî destê xwe hilnedida.

Digot: Lawo weleh Be?arê qirik dirêj ne livir e netirsin wey; Eybe camêr, alawekîl mîna mirîyan li wan hatibû û Kurdo jî soromoro dibû, hindik mabû ku xebera ji wan re bide, dîsa fêde nedikir.

Lê ti?tê ku Kurdo nizanîbû piraniya wan serxwe? bûn û ji dinyayê nefret dikirin. Îcar xema wan e ger Kurdo ji wan re bêje mirîno, barûteno!

Bi wê Quranê ku Kurdistan tev li ber xezeba Be?ar here ne xema wan e, icar xema wan çend galgalê Kurdo ne? Na ciwamêr..

Kurdistana Paltalkê do li ba Kurdo bêdeng bû. Lê ez çûm ya Kerê ?amê a ?ebîha zirzira wan bû û pesnê Be?ar didan û van malmîratan li TRT ê jî zêde kiribûn bi derewan.

Neyse, ez sere we neê?înim….

Kurdên binxetê di koçka dengê rojavayê Kurdistan de her êvar Kurdistanê rizgar dikin û ku dibe sibe xera dibe û dîsa êvara din Kurdên vê koçkê kevir bi kevir ava dikin.

Kuro lawo ma pozê we ji bakur û ba?ûr jî na?ewite? De rabin ta xwedê bide we haaa.

Bi wê Qurana li ser sînga Pêxmber, mina teralê Bexdayê li van Kurdên binxetê hatiye. Dibêjin bera Kurdistan xelas be û em jî emê herin ser sifra hazir.

Hunermendê sererd û binerd, hogê berana, Siyasetmedarê Kurdê binxetê ?EVGER digot “Gava ez çûm kongra muxalefeta Sûrî ya li bajarê Antalya çêbû, li balafirgehê rêcîma Sûrî dixwest min birevîne, lê li hember ?arezaya min pîlanê wan têk çû. Ya staaaarrrrr li vê çirandinê! Law ma meriv hevqasî diçirîne bavê mino!

Mala Kurdê binxetê xera bû gava yên mina ?evger bûn siyasetmedar û hunermendê wê.

Alfatîha ala ruh …!

Ji xwe ti?tê mayî hûn dizanin, hewce nake ez pêde herim biraderên hêja. Ez zêde pê de herim wê zêdetir biçire û biçirvire ellawekîl…

Ahmedê Berazî

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author