Birûskeya CKAHR, INC, bo Eniya Ked û Demokrasî û Azadiyê

 Ji bo tevahiya gelê Kurd û demokratxwaz û mafperwer li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê

Ji bo rêvebir û endam û alîgirên Eniya Ked û Demokrasî û Azadiyê yên hêja

Silavek germ li we

Rêzdar Ehmed Hacî Sînan Tirk, rêzdar ?erefedîn Elçî, rêzdar Beyram Bozyal, rêzdar Selahedîn Damîrta? û xwî?ka delal Leyla Zana û hemû namzetên bi serketî yên wê eniyê.

Îro rew?a gi?tî ya rojhilata navîn gelek germe û di qonaxeke hestyar de, derbas dibe, gelê Kurd yek ji wan gelên ku herî mafdar e ji bo bi destxistina maf û azadiyên xwe bi awayeke damokrat û a?tîxwezane da ku ji bindestiya sedsalan rizgar û azad be.

Wek tê zanîn ku di roja 13-6-2011`an de, hilbijartineke sertanserî li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi rê ve çû û di encamê de, 36 namzetên Eniya Ked û Demokrasî û Azadiyê biserketin û çûne nava parlamantoya wî welatî.

Em wek Komeleya Kanadî Kurdî ya mafên mirovan, li welatê Kanadayê, ji ber sekeftina namzetên serbixwe yên Eniya Ked û Demokrasî û Azadiyê û bidestxistina baweriya gelê Kurd li bakurê welêt, em we pîroz dikin.

Nûçeya herî xwe? ku me bîst, ew e ku ji astê 36 kesan, 11 jin hene û yek ji birayên me Sûryanî jî heye bi navê` EROL DORA` bo carê yekem ku kesekî Sûryanî bibe parlamenterê wî welatî, ev jî rastiya proseya rasteqîne ya xebata û deskeftên we vdi pê?erojê de,  nî?an dide, ji ber wê mijarê jî,  em wê pêngavê gelek bi nirx dizanin.

Em di dema pê?kê?kirina pîrozbahiyên xwe yên germ de, di serî de li xwe û li tevahiya gelê Kurd û Kurdistan û li we hemûyan dikin, hêviya serkeftin û serfiraziyê ji kar û xebata we ya rewa re dixwazin.

Her wiha bi destxistina baweriya gelê Kurd û ketina nava parlamentoya Tirkiyeyê, bi riya sindoqan û bi dengê gel, ew bi serê xwe, destkefteke gelek mezin e ji gelê Kurd li bakurê welat re û bi taybet ji alîgirên Eniya Ked û Demokrasî û Azadî yê re ye.

Em bi hêvî ne ku namzetên wê Eniyê, dê nûneretiya vîna azad ya gelê Kurd di parlamentoya Tirkiyeyê de, bi hevdengî, hevkarî,hevhelwestî û hevgirtinê bikin, ji ber wê, em bi hêvî ne ku ew parlamenter, dê bikaribin bi awayekî aktîv û çalak deng û daxwazên gelê Kurd ji bo parastina maf û azadiyan, di civînên parlantoyê de, bikin rojaeva serkî da ku hemû armancên gel bi ?êwazeke diyalog û demokrasî û li gorî yasayên parastina mafên mirovan bi dest bixîn in.

Di dawiyê de, em ji hemû endamên Eniya Ked û Demokrasî û Azadiyê daxwaz dikin ku yekîtiya ku niha heye berferehtir û bihêztir bikin da ku hûn di demeke nêz de, soz û qewlên ku we daye gel cêbicîbikin.

Careke din serkeftina we pîroz be û serkeftin û serfirazî ji we û gelê Kurd re be.

Digel rêz û silavan

Komeleya Kenedî-Kurdî ya Mafên Mirovan

Kanada- Otawa

15-6-2011

Kanada/ 0014033999555

Herêma Kurdistanê/ 07701948471

About The Author