Gelo wê sûnd bixwin?

Li gora sîxurên me radigihînin, dibêjin her sê sosyalîstên „fîftî Kurd û fîftî Tirk“  Ertu?rul Kürkçü, S?rr? Süreyya Önder û Levent Tüzel, ketine ber heyra sûndxwarina li meclîsa Tirko û ev lotika wan di nav BDP de bûye ciyê nîqa? û serê?andinê.

Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin her sê sosyalîstên ku bi xêra xirrê Kurdan bûne wekîl û wê biçin meclîsê bêrîka xwe germ û nerm bikin, gotine ku „sûndxwarina li meclîsê li dijî bîr û bawerîya sosyalîzmê ye û em nikarin sûnd bixwin ku emê „girêdayî rêbaz û darbeyên kerxanecî Misto bin„.

Dibêjin wê BDP bi taybet li ser vê mijarê li Amedê bicive û vê pirsgirêkê nîqa? û çareser bike.

Lê zêdebûna ser kezebê ev e ku tê gotin wê xaltîka me Leyla Zana, vê carê bê serê?andin sûnda nîjadperest bixwe û ji çapemenîyê re gotiye ku „ezê vê carê pisgirêkan dernexin. Ji ber ne di berjewendîya pêvajoyê de ye, ezê sûndê bixwim“ û lotikek çeqilmastkî avêtiye.

De xwedê kerîm û rehîm e…

Ka emê bibînin bê kî box e û kî beran e..

Zîtirkvanên Tirk yan lotikvanên Kurd….

Amed

About The Author