Min bibe ey têla tilsima sazê cergê min

Min bibe ey têla tilsima sazê cergê min,

li  Geliyê Beraza bigerîne,

li nav pêlên Behra Wanê

bi avên Mûnzûra sor

heviyên talankirî derxîne,

ji berxên qurbankirî

?evbihêrkên bêbextiyê vebêje,

dîrokeke zelal çêke ji zarokên min re,

heyhat ev ne giriya min bû,

ev ne solên keça cîrana ji Hozatê,

ev ne desmala Axçîka Ermen,

ev ne ?eyê bi eynika malê Entabê,

di keziyên Dîlbera Dêrsimê de

bi xwînê  maye…

Hey tenbûr,

eger dikarî ?îneke bêdawî biafirîne

û hezaran car min têxe axa wî welatî

min bide jiyandin,

eger nikarî destê xwe ji min veke,

dixwezim bêdeng û bê qelebalixî  bimrim…

About The Author