Yan Ehmedînejad yan qirdik

Wê Îran di meha Tebaxê de yan Ehmedînejad û yan jî qirdekî bî?îne ezmên

Duh berpirsiyarê Rêxistina Esmanî ya Îranî Hemîd Fadilî, di malpera xwe ya enternet ê de ragihand ku wê Îran di meha Tebaxê de Ehmedî nejad yan jî qirdekî bi?îne ezmên.

?andina qird ji bo ezmên; di warê tekolojî û lêkolînên welatê Îranê ya di warê ezmanî de serpêhatiyek nû ye.

Lê ?andina Ehemdînejat serpêhatiyek kevin e û gelek caran ew rêkirine ezmên û dîsanê wek pisîkan ketiye ser lingên xwe.

Li gorî agahiyên nehênî yên ku ketine destê ajansa Lotikxanê, vê carê wê li ?ûna Ehmedî nejad qirdikek (meymûn) bi?înin ezmên da ku lêkolînan li ser lotikên wî çêbikin û pê?hazirîya çûna Ehmedînejad bikin. Li gora sîxurên me dibêjin, pi?tî ku qirdik li ezmanê heftan ?ikftekê ji Ehmedînejad re bibîne, wê Ehmedînejad jî li kera xwe siwarê û ya allah û ya xwedê berê xwe bide ezmanê heftan ji bo li îmamê 11. Hz. Mêhdî bigere.

Dibêjin niha li Tehranê rojeva siyasetê ev e:

Gelo em qirdik bi?înin ezmên yan Ehmedînejad?

Kurdistan

About The Author