JI ?ERÊ NAVNOYAN DÛR BISEKININ

 Karsazekî Kurd  Cemal bi trimpêla xwe diçû Îzmîrê, nêzî Manîsayê konê qereçîyan (mirtiv) hebûn. Hespên qereçîyan ji ni?kêve derketin serê rê û trimpêl li hespan qelibî, canîyek (kurik) mir. Qaporte û tampona trimpêlê jî pelixî û xesar dît.

Qereçî bi komî dor li Cemal girtin, bû galgala wan û gotin: “ Ma tu korî, te çawa canîya me kujt ?

Cemal got: “ Ne sûcê mine heyran, we çima hespên xwe beredayî hî?tin ? Hûn çima lê nebûn xwedî, hat li trimpêla min xist û gelek xesar dayê “.

 Qereçîyan got: “ Qe xwe  mafdar dernexe, tuyê cilma canîyê me bidî”.

 Cemal got: “ Bi xwedê ez tu ti?tek nadim û va ez telefonî polîs dikim hûnê xesara min bidin”.

Cemal û qereçîyan bi seatan ?er kirin, minaqe?e kirin tu ti?tek bi serê hev nexistin werhasil.

Pîrekek qereçî got: “ Law em mirtiv in tu ji  me bêtir  mirtivî lo, de here xwedê bela te bide

Di encama hilbijartinê de dîyar bû ku partîyên Tirkoleran û yên dixwazin bibin parçeyekî Tirkoleran, ?erê mirtivî li dar dixin, ne makzagona bingehîn diguhere û ne jî mafê Kurdan tê dayîn. Yek ji yê din  bêtir mirtive û lîstok berdewame werhasilî kelam. Îcar wê ?erê herdu alîyên mirtiv li ku bisekine xwedê zane…

Kurdistan

About The Author