Kurdî, Kurd, Kurdistan

Kurdî, Kurd, Kurdistan. Navê vê erdnîgarê çima Kurdistan e? Ji ber ku kurd lê dijîn; welatê kurdan e. Navê vî netewî çima kurd e? Ji ber ku bi kurdî...

Kurdî, Kurd, Kurdistan.
Navê vê erdnîgarê çima Kurdistan e?
Ji ber ku kurd lê dijîn; welatê kurdan e.
Navê vî netewî çima kurd e?
Ji ber ku bi kurdî dipeyivin.
Kurdî tune be, kurd jî tune ne. Kurd tune bin, Kurdistan jî derew e.
Gelo em ê çi wext qîmet bidin zimanê xwe?
Em ê çi wext ji zimanê xwe hez bikin û xwe bikin qurban?
Civaknasek wiha dibê: “Ne zimanê netewekî, netewê zimanekî heye”
Em çi netew in?
Zimanê me çî ye?
An jî em netewê kîjan zimanî ne?
Pi?tî lêrasthatina vî wêneyî, qidûmê min ?ikest. Ziman ji min xeyîdî; ji me xeyîdî; ji xwe xeyîdî.
Pi?tî lêrasthatina vî wêneyî, ziman bi min keniya; bi me keniya; bi xwe keniya.
Ziman ji ber nivîsa li bin vî wêneyî, giriya, giriya û hey giriya. Ji hêsirên wî xwîn herikî, jan herikî, ê? herikî; ji hêsirên wî ez pê hetikîm, em pê hetikîn, ew jî li xwe heyirî…
Nizanim çima, lê ev wêne hîn jî li wir digirî, hêsiran dibarîne, xwe dixeniqîne û hayê kesî jê tune ye. Ne li ser hi? û bala kesî ye. Ne xema kesî ye.
Ne pir girîng e, taliya talî zimanek e. Bi hezaran ziman mirine, ev jî bimre, ne pirsgirêk e û dinya jî xera nabe.

Ez werim ser mijara xwe. Ez ê ji Qosera Mêrdînê biçûma Amedê. Ez li trimbêlê siwar hatim û ber bi Amedê ve herikîm. Ez li kêleka ajovan rûni?tibûm. Yanî li ?ifêrmahelî.

Li navenda bajêr, ez li vî wêneyî, li vê sosretê rast hatim. Ez keniyam, ez hêrs bûm, ez behecîm û dilê min bi min, bi vî zimanê bindest û bêxwedî ?ewitî.

Navçeyeke wek Qoserê ku bi sedan, nivîskar, hunermend û rew?enbîrên kurd jê derketine, ?aredariya wê ev wêneyê ecêb li navenda navçeyê daliqandiye û li binê vî wêneyê ecêb jî ev nîvîsa beradayî nivîsîne.
Qey bêxwedî ye?

Qey malê gêwir e?
Ê de li talên xin law!… (Ji qewla camêrekî)

?aredarî di destê partiya kurdan de ye. ?aredar kurd e. Rêvebirên wê kurd in. Xebatkarên wê kurd in. Min digot qey ziman jî kurdî ye…

Qebheta herî mezin çî ye, hûn zanin?

Dibe meriv bi kurdî nizanibe. Eyb e, lê ne qebhet e. Tu ?aredar î, ev der ?aredarî ye, hûn rêvebir in. Hûn ji bo ziman, çand, wêje û hunera kurdî ji nav diranên neyaran rizgar bikin, hewl didin, dixebitin. Lê mixabin bi van kirinên we, hewcedarî bi neyaran namîne. Ji xwe hûn têra xwe îmana zimên teneke dikin.

Heyran, ev di vê ?aredariyê de qey kesên kurdîzan tune ne? Ma qey di navçeyeke wek Qoserê ku ji dused û pêncî hezar kes pêk tê de yekî/e ku zanibe bi kurdî bixwîne, binivîse tune ye?

Nabe, lê bila wiha be.

Dem dema teknolojiyê ye. Bi rêya telefon û înternetê, tu karî xwe bigihîne hezar kesên kurdîzan. Lê hûn vê nakin, hûn ti?tê herî girîng li ser guhê xwe re davêjin, pa?guh dikin û diherin nîvîseke wiha beradayî dinivîsin û kenê gura bi xwe tînin.

Ev bê cidiyetî ye. Bê hurmetî ye. Û biçûkdîtina zimên e…

Hûn karin di hundirê saetekê de bi hezaran kes li kolan û meydanan kom bikin, bînin ser hev, lê dema mijar dibe ziman, hûn zêde serê xwe pê re naê?înin.

Bi salan e kurd serî radikin, ber xwe didin. Sedem çî ye?

Bi salan e kurd dimrin, tên binçavkirin, tên sirgûnkirin, gundên wan tên ?ewitandin, li ser axa wan, li ber çavê wan bi namûs û xîreta wan tê lîstin, sedem çî ye?

Bi salan e li ser vê axê xwîn dirije, ?er, pevçûn, alozî kêm nabe, sedem çî ye?

Ziman, ziman, ziman e…

Vê ba? têxin serê xwe û ne li ser, di nav mejiyê xwe de binivîsin, heta ku ziman azad nebe, hûn ê jî azad nebin.

Azadbûna bêyî ziman, xwexapandin e!

Dibe ku hûn azad bibin, lê hûn ê ne hûn bin. Ji ber ku wê bi genetîka we bê lîstin. Hûn ê wek neyarên xwe bifikirin, bipeyivin, bigrîn, bikenin û hîs bikin.

Neyarên we wê bi ?eraba serkeftinê serxwe? bikevin, hûn ê jî di nav girêza wan de bifetisin.

Ne ku ez li ber we dikevim, ez li ber vî zimanê qedîm, ?êrîn û dewlemend dikevim. Heyf û xebînet ku em netewa vî zimanî ne…

Ez dixwazim bi vê biqedînim: “Pirsgirêka Kurd” ên kurdînizan tune ye. Yekî/e ku bi kurdî nizanibe û tenê bê ez xwe kurd hîs dikim, ziman hebe jî dibe tune be jî, xwe dixapîne.

Ziman, man û neman e. Ziman Kurdistan e!

Categories
Devliken KelogirîKadînQuncik
4 Comments on this post.
  • Azad
    3 Juli 2011 at 11:56

    Bi rastî jî ez gelek xemgîn dîbim wexta ez dibînim ku kurd bi zimanê napeyîvin, axaftina zimên pir girîng e, divê em li vê zimanê xwe xwedî derkevin.

  • Sevger
    3 Juli 2011 at 12:39

    Çi kesê ku ruhê netewî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê bi milletê xwe re bike…. M. Mistefa Barzanî

  • Kocer
    5 Juli 2011 at 14:02

    Ewil biborinin li cem min(ser klavye) tipen Kurdi tunne. Di bin ve nivise li min neyen xezebe. Ez bi xwe tene me ji. Ma hun karibin herin xezeba Saredariye:)

    Ija Devliken, vana ken di dev de dikin kerrrafi u Kurdi ji dikin sorbe. Ez ji careke di hewsa Saredariya ev a ku hun dibejin re derbas bu. Ji bo ku pel giha, senahiye mekin cend tist nivisandibun. Bala min gelki gelki kisand, zati ger nekisanda dive gellek pirsgriken min hebun. Ija min got dibe ku tipen Kurdi qedexe be(ev mesele ji bu meselek xwes QEDEXE) Na heyran min berdewam nekiriba u min ve pelule neditiba. Tipen Kurdo u Tirko ketine govenda Qoseri`yan. Ija dawiya mesele dev je berdin hun sax u Kurdi selamet…

  • Siberoj
    22 Juli 2011 at 18:03

    Em serokê xwe dixwazin.
    (Ev) bû saleke, (ku) hê jî Şaredarê me û rêhevalên wî girtîne/girtîgehê de ne.

    Lotikek bi kurdî bû! ))

    Kek Koçer tu dikarî bi pêveke biçûk û hêsan tîpên kurdî li klavyeya xwe kî û hew!

    Keremkin binihêrin gelî kurdîhezan.

    Yek ji wan bes e! ji bo kurdîkirina klavyeyê!

    http://www.bernamegeh.net/klavyeyen-kurdi-bi-tipen-latini.html

    http://www.wergerine.com/index.php?option=com_phocadownload&view=section&id=3:sepan&Itemid=2

    Min ev jî jixwe re peyda kiribû. Divê her kurdek ew peyda bike!

    Wêneyê klavyeyê » http://img503.imageshack.us/img503/3464/gggggggkx.jpg

    Ev SlîdeShowa ku min ji bo danasîna wê çêkiribû, ye. Keremkin lê temaşe bikin.
    Di bin wê de çend navnîşanên înternetê hene. Dibe ku ji bo demekî hin ji wan girtî bin, lê hûn dikarî careke din lê binihêrî.

    » http://img17.imageshack.us/slideshow/player.php?id=img17%2F3771%2F12572186518nz.smil

    Digel silavên kurdîhezî

    Siberoj

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Sekn û helwesta serek û rêberan

      Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
    • Serok Papa

      Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
    • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

      Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...