Ewrên reş hatin, brûskê li me da

Gula Lotikxaneyê, xanima bajarî, dermanê bêdermanan, xaltîka roja teng.. Xêra xwe dengê me bigihîne rayedaran. Bila çareyekê ji derdê me re bibînin. Bila me ji hevwelatiya Tirkiyeyê bavêjin. Raya giştî, bila rojekê raya xwe bide me jî. Ma qaşo raya giştikan e.. Ev daxwaz, a bi hezaran e. Me qala Lotikxaneyê kir hema nekenin, berê nivîsarê bixwînin. Kezeba me peritiye, ji giriyan çavên me kor bûne. Me ji derdan rû berdaye, ji kulan dinalin. Hinekê cidiyet qurban!

Ewrên reş hatin, brûskê li me da

Di vê nivîsara xwe de, dê bibim berdevkê bi hezaran penaberên Kurd. Penaberên ku nikarin herin welatê xwe, penaberên ku pisrgirêka wan a eskeriyê hene. Li ser navê xwe daxwazekê wan binîm ziman. Ha ez, ha ew ferq nîne.

Em nikarin herin Tirkiyeyê. Nikarin gera Kurdistanê bikin. Nikarin biçin ser gora diya xwe. Nikarin mirov û xizmên xwe bibînin. Em 10, 15, 20, 30, 40 sal in li sirgûnê ne. Em êdî xewnên xwe jî bi zimanên Ewropayiyan dibînin. Heya bigire bi zimanê Amerîkayî, Korêyî, Japonî jî.

Ba hat em li ber ketin. Laser (lehî) hat em bi ser ketin. Tofan hat li me xist. Brûskê li me da. Feleka malikmîrat mala me mîrat kir. Konê me ji nav konan rakir. Dilê dostan ?ikand, dilê dijminan bi me ?a kir.

Sûcê me çi bû?

Me çi kiribû? Me ji mirî?ka kê re gotibû „ki?û“? Me bax û bostanên kê talan kir? Me welatê kê dagir, zimanê kê qedexe, gundê kê kavil, çavên kê kor kir?

Bi rastî jî me ti?tekê wisa nekir. Em ne mirovên xirab in. Em ne ?erxwaz, a?itîxwaz in. ?erxwaz bana dê rojekê destên me jî biçûna ser tetikê. Me rojekê çekek nedaye destê xwe. Heger rojekê bidin destê xwe jî dê ne ji bo êrî?ê, bo parastinê be.

Bi dehan, sedan hevalên me ji bo Kurd jî xwedî mafên xwe yên xwezayî bin, têko?iyan canê xwe dan. Ê?kence dîtin, di zîndanan de hatin rizandin. Li serê lûtkeyan bedenên wan bûn xwarina dara? û eyloyan, elihan rewanên wan ên pak gihandin Mîrê Mîran.

Em ji diya xwe bûn ev mesele hebû. Bavê me jî, bapîrê me jî çavên xwe di bindestiyê de vekirin. Her kesê gorî xwe tevgeriya. Hinekan riya çek, hinekan riya pênûsê girtin. Armanca hemiyan jî yek bû, azadkirina gelê xwe..

Dibe ku em ne wekî yên din wêrek, zana û biwijdan bûn, dibe ku riya me di serî de ya çewt bû, dibe ku rojekê yên din werin ser riya me, Xwedê dizane. Axirê me carekê ji xwe re riyekê girtiye, ketine ser riya xwe. Riya penaberî, sirgûn, xerîbiyê. Xwedê kesê nexe vê riyê..

Em li seranser erdxanê (dinyayê) belav bûn. Çûn kûderê me azadî nedît. Çûn kîjan welatê me bîriya welatê xwe kir. Bîriya dar, çem, kanî, dîn û baqilên gundê xwe kir. Me dît tenê Kurdistan e yar û dê.

Guh bidin me, ey Kurdên li welat in!

Em li ewçend welatan geriyan, me ji gelê xwe ba?tir, dilovantir, mirovtir, biwijdantir, maqûltir nedît. Wellehî nîne, bîllehî nîne.

Hûn Kurdên me yên qet ji welat derneketine, bizanibin ji we însantir, maqûltir kes nîne li ruyê dinyayê. Bi xwe serbilind bin. ?anaziyeke pirr mezin e ev. Carnan heger bêhna we teng dibe, dilê we dixwaze herin xerîbiyê.. Eman ha eman po?man bin, gotina me bibîr bînin. Jiyan a we ye, ne ya me ye. Serê we bilind e, lê yê me mixabin ne wisa ye. Lewra hûn di mala xwe de ne, em di mala xelkê de..

Ma êdî ne bes e?

Îcar roj hat, cîhan hinekê guherî. Li ba?ûrê dilê me azadî da der. Li Bakur jî bendê înkar û pi?avtinê hinekê sist bû. Yên ji me pereyên wan hene, diçin Ba?ûr ji xwe re digerin, bêhna xwe vedidin, hesreta welat der dikin. Ên wekî min xizan in, ji wê jî mehrûm in.

Gelek vegeriyan Bakur û Tirkiyeyê, çûn serdana gorên xwe kirin, beriya çavên xwe li vê dinyaya fanî bigirin xû?k-birayên xwe dîtin, axa gundê xwe bêhn kirin. Ên wekî min, ji wê jî bêpar in.

Bi hezaran ji me, ji hevwelatiya Tirkiyeyê hatibûn avêtin. Tirkiyeyê gorî kêfa xwe carcaran ew ?ûnve digirtin an digirtin û rojekê din dîsa davêtin. Hikûmeta AKPê, xêrek ji me re kir, kesên avêtibû ?ûnve girt, riya avêtinê dijwar kir.

Îcar em bi viya jî ?a nebûn, lewra me pêderxist, AKP ne ji bo ku hez ji me dike wisa kiriye, bi dijwarkirinê xwestine em her û her perî?an bîn.

Hûn ê bêjin çima?

Li Ewropa pirranî cothevwelatî hat rakirin. Hikûmetên Ewropayê gotin bila mirov tenê xwedî yek hevwelatiyek bin, du bi hev re nabin. Lê li ser daxwazên welatên wekî Tirkiyeyê ev prînsîp ji bo kesên penaber in, hat rakirin.

Ango kesên karker in dikarin xwe ji hevwelatiya xwe ya berê bavêjin lê penaber, nikarin. Lewra Tirkiye û welatên wekî wê, dixwazin li me ê?kence bikin, me perî?an bihêlin, riya rojekê dadgehkirinê, dîlgirtînê vekirî bigirin.

Ê, Kurd jî ji xwe ji ber ?er hatine, penaber in. Pirraniya Kurdan li Ewropayê penaber in. Bi gotinekê din Tirk dikarin xwe ji hevwelatiya Tirkiyeyê bidin avêtin lê Kurd nikarin. Berê dikaribûn lê Erdogan ev riya han jî da girtin. Qa?o ji me Kurdan hez dikin, naxwazin ji hevwelatiya xwe bidin avêtin.

Çima ji me re derxistina ji hevwelatiya Tirkiyeyê pêwîst e?

Çima em dixwazin Tirkiye me ji hevwelatiya xwe bavêje? Ka bêjim..

Gelekan ji me eskeriya xwe nekirine. Li welatên Ewropa me nagirin eskeriyê, lewra li Ewropa artê? pirranî bipere û profesyonal in. Eskerî mecbûrî be jî tenê ciwanan digirin. Li Almanyayê heya 26 saliyan dixwazin eskeriyê. Bibe 27 mirov bixwaze jî ew nagirin.

Li Ewropa eskerî ne dijwar e jî. Bixwazî çek nagirî, di karên sîvîl de te didin xebitandin. Marîbûyî bî (zewicî) li mala xwe dikarî bimînî, pere jî didin te. Kirêya xaniyê te, mehaneya jin zarokên te jî didin.

Heger me li Ewropayê eskerî kir, ji ber ku Tirkiye endamê NATOyê ye, ji eskeriya Tirkan bex?bar (mûaf) dibin.

Ji ber wê ye pirraniya penaberan dixwazin Tirkiye wan ji hevwelatiya xwe derîne, daku ew ji mecbûriyeta eskeriya biçek xilas bibin. Em kesên wisa ne ku naxwazin çek bidin destên xwe, li dijî gelê xwe bikarbînin. Ji ber wê ye me serî ji Tirkiyeyê re hilaniye, derketine xerîbiyê, bûne penaber.

Em di çar koman de dicivin:

1) Kesên ku naxwazin eskeriyê bikin an eskeriya biçek bikin.

2) Kesên dixwazin eskeriyê jî bikin lê heger bikin li vir mafên xwe winda dikin, jiyana wan xirab dibe.

3) Kesên bo wan eskeriya bipere û kurtedemî lê tên, lê pereyên wan nîne bidin, herin 3 hefteyan bikin, vegerin.

4) Kesên nexwe? in, tenduristiya wan dest nade eskeriyê bikin, raportên wan ên doktor hene lê Tirkiye raportên Ewropayê napejirîne.

Kêm zêde derdên me her çar koman yek in. Heger em ji rew?a xwe û le?keriyê dil?ad bana, ji xwe nedibûn penaber. Heger le?keriya Tirkiyeyê di çarçoveya mafê mirovan û normên navneteweyî da ba, bixetere neba, li dijî mafên bingehîn ên Kurd û hindikayiyan neba, heger artê? ne cûntaxwaz û di bin fermana zagonên sîvîl de ji bo parastina hevwelatiyan ba, me yê jî dibe ku biçûya bikira. Lê ne wisa ye.

Hewce nake ez dirêj bikim, hûn jî, rayagi?tî jî bi arte?a Tirk û rew?a le?keriyê dizanin, bi me eyan e.

Destûra bingehîn a nû, efû..

Baweriya me nîne lê heger rast in, me jî jibîr nekin. Heger hûn makeqanûneke nû çê dikin, me jî jibîr nekin. Em bi hezaran e.

Em daxwaz dikin zagonên eskergirtinê nûjen bikin, reforman pêk bînin. Bila eskerî ne mecbûrî be.

Bila hevwelatiyên li derve dijîn, movika jiyana wan li derve ye bikaribin wekî tûrîst werin-herin. Di balafirgehan de ji ber eskeriyê neyên girtin, astengkirin.

Cezayê zîndanê didin bila bidin lê asteng nekin. Gorî zagonên Tirkiyeyê heger cezayê yekê hebe jî, bêî biryara dadgehan kes di tixûban de nayê girtin, astengkirin. Lê çima viya ji bo eskeriyê nakin?

Heger daxwaza dozgeran cezakirina ji 10 salan kêmtir be, dîsa jî ji ber ku ceza mîsoger nebûye, nehatiye birrîn, di balafirgehan de xelkê asteng nakin. Dozger cezayê dixwaze lê dîsa jî nikarin asteng bikin.

Mafê ge?t û rêwîtiyê

Çima bo eskeriyê ne wisa ye? Ev cudakerî ye. Polîs bi serê xwe biryarê dide, xelkê asteng dikin. Qa?o seyahat û tûrîzm azad e. Mafê ge?t û guzarê mafekê bingehîn ê mirovahiyê ye, hêza xwe ji Danezana Gerdûnî digire. Tirkiye viya binpê dike.

Mînakek:

Heger min li Brîtanyayê otomobîlek kirrî be û 20 hezar Sterlin deynê min hebe, polîs nikarin di sînoran de min asteng bikin bêjin „bi kû de diçî, ka berê deynê xwe bide“. Yekê eskerî nekiribe dema çû Tirkiyeyê nabêjin „bedêla eskeriyê 10 hezar e, deynê xwe jibîr neke, tu nedî dê rojekê ceza jî were birrîn, ji te re oxira xêrê be“. Na wisa nabêjin, hema digirin, destbendê dixin destan.

Mafê derketina ji hevwelatiyê

Bila zagona hevwelatiyê ji nû ve were çêkirin, nûjenkirin. Kes mecbûrê hevwelatiyek nebe ku Danezana Gerdûnî ya mafê mirovan jî viya divê. Mixabin Tirkiye me mecbûr dihêle, riya derketinê digire. Viya jî bi navê „ez naxwazim welatiyên xwe perî?an bikim“ dike. Naxwaze me perî?an bike, lê me perî?an dike.

Bedêla eskeriyê bê rakirin. Wê nikarin, bila bedêlê kêm bikin. Em xizan in, pereyê me tune.

Nasname

About The Author