Wê rojê serokê KCD Ehmed Tirk got ku “Emê meclîsa Kurdistanê ava bikin”.
Halla hallaaaa û ya siphan alla!
Ê ba?e cîgerim, ma gelo ji we re nabêjin madem go hûn meclîsa Kurdistanê dihebînin, ji bo çi hûn çûn we mazbata parlementerîyê wergirt û hûn mea?ê parlementerîyê distênin? Heger ji dil avakirina parlementoya Kurdistanê di ruhê ve de hebû, çima we di propaganda xwe de ne got “Gelî milletê Kurd, qurban û heyran, heke em namzetên serbixwe serbikevin, soz be em naçin Enqereya paytext, emê li welat parlementoya xwe ava bikin, loma em Kurd in u çareseri ne li Enqereya paytextê Tirka ye, çareserî li Amedê, li paytextê Kurdistanê ye cîgerimmmmm!“
Ehmed Tirk û hevelbendên wî yên vek Aysel Tu?luk, gelo ji dil dibêjin çareserî li Amedê ye û emê parlementoya Kurdistanê vekin? Ê ba?e babam, gelo çima rê li ber Enqere asê nakin û dibêjin; “?ert bên guhertin em karin herin Enqerê qarda?im” û didin lotikan?
Henekê xwe bi bi xwe bikin xalê Ehmed, ne li me qurban. Me ji van henekan têr xwariye û em bi wan virikî bûne ellawekîl…
Ger hûn ji dil dixwazin parlementoya Kurdistanê ava bikin, pê?i herin îstîfa xwe bidin û pa?ê dest bi lotikan bikin.
Êdî bes e lo, welle û bille bes e! Bes bi rûhê neteweyatîya vî milletê reben bilîzin yaw, wî!
Werhasilî kelam, heke roja pê?î we bigota; “Me bibijêrin lê emê neçin parlementoya Tirko. Em bi banga netewîtî pi?tgirîya xelkê distênin, em naçin parlementoya dagirkeran û mazbata xwe ji nastînin“. Aha wê demê we karibû bêjin; “Cihê Kurdan Amed e û parlementoya Kurdistanê ye. Em bi raya gelê xwe hatine hilbijratin, parlementoya Enqerê ji me re ne pêwîst e” filan û fîstan.
Aha wê demê meyê ji we re li çepikan xista.
Lê babam, hem hûn li defê dixin û hem li zirnê, ma ev bû xalê ehmed?


Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt
Ji serî de pê girtin, îcar wê dawî çawa be kes nizane