Wanîyan tirr ji Cûlemêrgîyan berda

 Her çi hikmet e nizanim, lê di van salên dawîn de Kurdên me yên rew?enbîr û ronakbîr, civîn û konferansên xwe li Kurdisatanê, xasma li Kurdistana bakur çêdikin.

Îsal jî konferansa Kurdolojî ya yekemîn û navnetewî, li bajarê Cûlemêrgê,  ya zimanê Kurdî, “Kurmancî” jî li bajarê Wanê çêbû. Di herduwan de jî sîxurên Lotikxanê civîn û konferans ji destpêkê heta dawîyê amade bûn û ?opandin.

Herçend civîna Cûlemêrgê gelek ba?, biserkevtî,  ji 26 welatan li ser înternetê bi zindî, bi kêmanî di heman demê de ji alîyê 4000 – 11000 kesan ve dihat tema?ekirin jî,  lê Apaçîyan necamêrî kirin û gotin; “ Civînên weha tenê em dikarin bikin, derveyî me kes nikare bike” û bi dirû?mên “ Me yê hêk avêtibana we, lê hûn li ber avêtina hêkan jî nakevin “ konferan protesto kirin û çûn.

Cûlemêrgîyan jî  ji tirsa wan newêrekî û nemêvanperwerîya xwe nî?an dan û mixabin ji “ derveyî çend kesan” xêrhatina mêvanên xwe nekirin. Lê  Wanî di camêrî û mêvanperwerîya xwe de bê qisûr bûn. Her roj kesên welatperwer dihatin seredana mêvanên xwe û ew  vedixwedin malên xwe. Ev cara yekan bû ku di dîroka Kurdistanê de Wanî navê camêrî û mêvanperwerî, Cûlemêrgî  jî bi necamêrî û nemêvanperwerî, navê xwe xistin dîroka Kurdistanê. Bi kurtî; Wanîyan lotikek qirase li Cûlemêrgîyan xist û tirr ji wan berda.

Civîna Kurmancî ?e? rojan dom kir. Mijara civînê li ser tesbîtkirina navên gil û gîyayên Kurdistanê, nexwe?îyên heywanan bû.

Ev 24 sal in lotikvanên Kurmancî 48 civînan çêdikin, heta niha 85 kesên zimanzan ji hemi zaravayên Kurdî  tev li van civînan bûne û lotikên pîroz û qerase avêtîne.

Di civînê de mîrîd li dora ?êxê xwe Re?o Zîlan kom bibûn. Min got mirîd lê ev mirîd ne wek mirîdên ?êxên adetî û yên serokê sererd û bin erd bûn. Ev mirîdên zimanê “Kurmancî “bûn, taybetîyek wan ya cuda hebû. Dema ?êxê wan  ti?tek xelet gotiba, wan mirîdan wek mê?ên hingiv êrî?î ?êxê xwe dikirin û didan ber didî?kan heta ?êxê wan dihat hidayetê. Haaa, min got mê?ên hingiv. Babetek jî li ser jîyan, tevger, xebat û navên mê?ên hingiv bû.

Wan mê?an serê me gêj kir, em ?erpize kirin, heta di devê me de rîtin.

Roja dawîn roja ?emîyê bû. Êêêêêê, ma mirov biçe Wanê û li cihên dîrokî negere dibe?

 Roja ?emîyê me dolmî?ek kirê kir em çûn me li Axdemar ê dêra Metran Îsa tewaf kir, pê re em çûn sûlava Kanîspîyê me ava wê ya wek sîqalê sar û wek dolbetê xwe? vexwar û pa?ê me berê xwe da Keleha Xo?ebê, di vergerê de hatîn Keleha Wanê, me çayek vexwar û em hatin cihê civînê. Bi kurt û Kurmancî; civîn gelek bi serkevtî derbas bû. Lotikên wan jî bê qisûr bûn, kesên tev li civînê bûyîn jî  lotikvanên jîr bûn. Ma ez êdî çi bibêjim, bila lotika wan ji bo Kurd û Kurdistanê pîroz be. Hêvîdarim ewê gelek lotikên din jî bavêjin. Hêvîdarim wê Cûlemêrgî û Apaçî jî van kirinên xwe ji berçav derbas bikin û di dahatû de bi awayekî van xeletîyên xwe berteref bikin.

Cûlemêrg

About The Author