YABO

Dîsa îro tu hate bîra min

Herikîn dîsa hêsrên çavê min

Min gelekî bêrîya te kirî ye

De rabe, rabe em herin mal

——————————-

Tu heval û dost û yar bû

Ji zarok û xort û kala

Ka ?ekirekî bide min ji bêrîkê

De rabe, rabe em herin mal

——————————-

Tu bi gul û misk bû herdem

Weke miska ji nêrgîzê

Ka min bi miske dîsa

De rabe, rabe em herin mal

——————————

Tu bi kul û dert bû wekcar

Tu ker û lal bû hercar

Ka bêje derdê xwe bêje min

De rabe, rabe em herin mal

———————————

Ma ne bese ev çend meh û sal

Dikulîya dil û jan

Rew?a te pir xerab bû

De rabe, rabe em herin mal

——————————–

Va ye heye ev deh sal

Ku tu dinale wek hersal

Ma ne bese ev çend sal

De rabe, rabe em herin mal

———————————

Zarokek li te dipirsî wê rojê

Got min xewnek dît wê rojê

?ekir namînin her rojê

De rabe, rabe em herin mal

———————————-

Kezeba min di?ewitî tu zanî

Wextê dibêjin tu nexwîya yî

Xwezî tu li ber çavê min ba her carê

De rabe, rabe em herin mal

——————————–

Stêrek ?emitî ji nav mala me

?emitî nav dil û rihê me

Em te jibîr nakin tu carî

De rabe, rabe em herin mal.

   Kurdîstan

About The Author