Vegera wî li ser xêrê be rebbî!

Belê, xalê me Kemal Burkay biryara xwe daye û wê di demek nêzîk de vegere welêt. Ê helbet xerîbî zehmet e, dil dixwaze ku her Kurd karibe vegere welatê xwe û li ser axa bav û kalên xwe jiyana xwe bidomîne, kar û xebata xwe ne li xerîbîyê lê di nav gelê xwe de bimeşîne.

Xalê me Burkay di hevpeyvîna bi rojnama Rudawê re tu tiştên balkêş û di cîh de gotiye.

Yek jê gotiye: Ezê bi tu awayî bir û baweriyên xwe neguherînim û li ber neyarê xwe serê xwe netewînim”.

Ya duyem jî gotiye: “Hêvîdar im siyaseta Kurdan û Tirkan hewcedarî kalekî wek min 74 salî nebe”.

Gotine yekem gotina mêr û mêrxasan e. Heke heta îro serok û rêberên Kurd bawerîyên xwe neguhertina û serî li ber neyarên xwe netewandibûna, belkî îro Kurd ne di vê rewşê lê di rewşek pêşdetir de bûna. Lê mixabin ji ber ku piranîya serok û rêberên partîyên Kurd li ser tînin û gotinên xwe neman û û serî li ber dijminên xwe tewandin, hem xwe, hem partîyên xwe û hem jî Kurd xistin rewşek xirab, hem bi xwe de û hem jî bi doza Kurdî de rîtin. Ez bawerim Kemal Burkay ê ku ji 1974an û heta niha dîtinên xwe neguhertine û wek mêran li ser gotinên xwe maye, wê ji îro û pê de jî gavê bi şûnde navêje û dilê dijminan xweş neke, wê wek hinekan sibê, nîvro û êvarê siyasetek cuda nemeşîne.

Ya duyem jî rast gotiye. Bela dilê xalê me Burkay rehet be. Êdî hewceyî bi siyasetmedarên 74 salî re nehiştine. Ciwamêran siyaset anîne wê rewşê û civatek wilo çêkirine ku heta zarokên di pêçekê de jî bûne siyasetmedar, serok û rêberên Kurdan. Ji ber vê; bela dilê xalê me Burkay rehet be. Heta zarokên ku tîner û esrarê dikşînin û di kolanên gund û bajarên Kurdistanê de serê govendê bikşînin hebin, wê hewceyî bi siyasetmedar û kedkarên wek xalê me Burkay nemîne.

Axir, ez vegera xalê xwe Burkay pîroz dikim û hêvîdarim ewê li ser axa bav û kalên xwe berhemên baştir pêşkêşî xezîna çand û zimanê Kurdî bike.

Îcar pirsa me ev e gelî xwendevanan:

Gelo di çente û tûrikê xalê me Burkay de çi heye?

1-    Pasaport û nasnama wî heye

2-    Firçe û macûna diranan heye

3-    Derpî û fanêrê şevê heye

4-    Şerwalek, qutikek û qirawatek heye

5-    3 qelem û defterek bîranînan heye

6-    Xirtûşek Marlboro û 5 çeqmaqên muxtaran heye (ji bo wek diyarî bide dostên xwe)

De yalla…

Heçê tê derxe, emê bilêta çûna ser hivê jê re bibirrrin û wî bişînin ezmanê heftan. Çûn li me û veger li we babam, de yallaaaaaaa……!

Swêd

About The Author