Bijî Hêkên Gunê Kurdan!

Yekî Amedî û yekî Çînî bi hev re dikevin qayîşê (şert).

Amedî dibêje; “Dermanê stresê li cem min heye.

Çînî dibêje; “De here qûna xwe li avê xe lo, pisporê vî karî em in. Navenda enerjiya pozitîf, akûpunktûr û hemû cureyên stres û aciziyê rojhilata dûr e. Di rojhilata dûr de jî Çîn e… Ji ber vê jî dermanê aciziyê li cem min heye.”

Yek ji Amedî, yek jî Çînî, dikevin qirka hev û pev dikevin.

Yekî Erzurûmî di wir re derbas dibe, lê dinêre ku yekî simbêl melkis û yekî çavnûtikî li hev dixin. Dikeve navbera wan û wan ji hev dike.

Erzurûmî dibêje; “Xêr e derdê we çî ye? Hûn doza çi li hev dikin?

Amedî dibêje; “Li cem min heye”

Çînî dibêje; “Na li cem min…”

Erzurûmî dibêje; Hey min di hestîkê bavê we niyhano! Ka bêjin, da ku ez fêhm bikim bê kî mafdar e? Hûn bi çi xwe qayîşê bi hev re dikişînin, hûn li ser çi li hev nakin?

Amedî dibêje; “Ev lawê quzê dibêje kes ji Çîniyan baştir û çêtir ji acizî û stresê fêhm nake. Dermanê stres û aciziyê li cem me çêbûye. Ez jî dibêjim, na em Amedî ji we Çîniyan di vî warî de serkeftîtir in.”

Erzurûmî dibêje; “Wiha nabe. Tu dibêje ez û yê din jî dibêje na ez… Ka hema çî we heye ji min re bêjin, soz û peyman a kê baş be, ez ê neheqî û bêûjdaniyê nekim.

Herdu jî dipejirînin û yê Çînî destê xwe davêje bêrîka çakêtê xwe û du gogên biçûk û gulover derdixe, dibêje; “Navê van gogan gogên stresê ne. Ha ji te re têxe nav kefa destê xwe û bibe û bîne.

Erzurûmî herdu gogan di kefa destê xwe de dibe û tîne. Piştî pîstekê, bişirînek digire ser rûyê wî. Serê xwe bi kêfxweşî dihejîne û dibêje; “Welleh ne xerab e. Baş bû.” Her du gogan dirêjî yê Çînî dike û berê xwe bi yê Amedî vedike, dibêje; “Ka çî te heye birako?

Amedî bi bişirîn ji Erzurûmî re dibêje; “Li ser çongan rûnê”

Erzurûmî şaş û metel xwe bera erdê dide û li ser tutuka rûdinê. Serê Erzurûmî tê texma qayîşa Amedî.
Amedî doxîna şelwerê xwe sist dike û şelwerê xwe heta çongan dadixe jêr. Ji Erzurûmî re dibêje; “Her du hêkên gunê apê xwe têxe nav kefa destê xwe û bifirkîne.”

Erzurûmî destê xwe davê gunê Amedî û bi kêfxweş û bextewarî herdu hêkan di nav kefa destê xwe de difirkîne. Difirkîne û hey difirkîne. Destê Erzirûmî nema jê tê berdan. Erzirûmî ji ser hişê xwe dihere. Berê xwe bi Çînî vedike û dibêje; “Gogên xwe di qûna xwe ke û were tu jî bi yên min bilîze û bifirkîne.”
Erzirûmî bi gunê Amedî, Çînî jî bi gunê Erzurûmî digire û pê dilîzin. Difirkînin û hey difirkînin.
Ne stres dimîne û ne jî acizî…

Piştî pêlîstina bi saetekê, Erzirûmî û Çînî milên xwe di milên hev re derbas dikin û sloganan davêjin;
“Bijî Amedê! Bijî Kurd û Kurdistan! Bijî Hêkên Gunê Kurdan!”

About The Author