KEFENDIZ

Rojekê li gundekî mirinek çêdibe. Piştî şîn û mazîçinê, mirî dixin gorê lê mixabin kefen tê dizîn. Piştî vê bûyerê di her mirinan de kefen tê dizîn. Gazin û hawara gundîyan ti encamê nade. Navê diz di nava gel de dibe “kefendiz”. Kefendizê me, di nav gel de tê zanin, lê ev kes qet û qet li xwe mikur nayê.

Rojekê kefendiz dimire, gundî ji bo ku heyfa xwe hilînin dikevin gora kefendiz û kefenê wî didizin û darekî di qûna wî re radikin.

Lawê kefendîz dîn dibe! Dîbêje: “Çawa bavê min ê delal yê ku wek dar e; dar di qûna xwe dîtiye”  

Kurê kefendiz ji bo ku heyfa bavê xwe hilîne, her ku mirînek çêdîbe dikeve mezelan (goran); him kefenan didize û him jî daran di qûna wan de radike.

Îcar kes nebêjin xwedîyê kesî tuneye. Hûn kefenan bidizin dibe ku kefenê we jî bê dizîn, hûn daran di qûna xelkê re rakin dibe ku hûn daran di derek xwe de bibînin.

Tu çi bixî kewarê, wê ew bê xwarê / Tu çi biçînî tu yê wê hilînî

Kurdistan

About The Author