Dîkilaxa hêsîr ket

Dîkê me, canfedayê eşîreta Lotikxanê, mêrê bi sed mêrî Dîkilaxa, li bajarê Edenê hêsîr ket û det destê dijmin.

Dîkilaxa, bi biryara Komîta Navendî ya Lotikleaksê ji bo çalakîyek mezin û berhevkirina agahdarîyên sererd û binerd çûbû bajarê Edenê û lêkolînek qerase li ser mirîşkê Tirkan dikir.

Piştî ku dîkê me Dîkilaxa têra xwe fisikand mirîşkên dijmin, hinek xêrnexwaz, fitne û fesadan ixbarîya wî kir û ji polîsan re gotin ku „Dîkilaxa sîxurê Lotikxanê ye, difisikîne mirîşkên me û bizrê Kurdan li herêmê zêdetir dike“ û rebeno dan girtin.

Werhasilî kelam, dîkê me, canfedayê şeş gunik, gerîllayê partîya me Dîkilaxa, niha li bajarê Edenê di destê polîsên dewletê de hêsîr e û berxwedanek mezin dide.

Emê heyfa dîkê xwe li erdê nehêlin û emê di demek pir nêzîk de tîmek taybet bişînin bi hawara Dîkilaxa ve..

Bijî berxwedana Dîkilaxa!

Bijî dîkê şeş gunik!

Serokê Dîkên Lotikxanê

Dîkê Sor

About The Author