QÛNA ME BER BI ENQERÊ NEÇERIXÎNIN !

Kurê zîlamekî Mûşî nexweş e, ew û pîreka xwe kurik birine Erzirûmê ba doktor. Doktor miayene (sehandîye) kiriye, derzî û derman nivîsîye. Bûye êvar ji mecbûrî çûne otêlekê bi cîh bûne.

Wextekî nîvê şevê dilê zîlêm xwestîye bi pîreka xwe re bikeve lotikan, fîşekekê bi teqîne. Kurik jî razayî bûye, ji bo bi wan nehese di nav nivînê de bi baldarî tevdigere.

Jî bo fersenda kirinê bibîne, ji pîreka xwe re dibê: “ Keçê qûna xwe ber bi gundê me biçerixîne (bizivirîne)

Jinika feqîr belengaz dibê: “ Lo rebeno ka gundê me li ku ye, ez çi  zanîm di otobosê de hişê mîn tevlihev bû merûmo “.

Werhasil….

Ev wek mesela Kurdên sererd û binerd e. Quble nema berê xwe nedanê nebû. Cardin bi xwe re berê Kurdan jî dane Enqerê. Tirto virto, çirto zirto kirin „Demokratîk Ozerklîk“ek bi qûna me ve kirin de ya bi xêr…

Tirsa min ew e ku qûna me ji ber bi Enqerê ve biçerixînin, vêca malik li me mîrat dibe  ellawekîl.

Xwedê me bistirîne ya rebbî!

 

About The Author