Mifte di destê me de ye û em belaş nadin kaka

Li ser bextê nivîskarê Tirk Hasan Cemal be, dibêjin kak Nêçîrvan Barzanî ji Hasan Cemal re behsa çareserkirina pirsa Kurdên bakur kiriye û gotiye ku Heke di destê min de be, yekemîn karê ku ez bikim ezê deriyê girtîgeha Îmralîyê ji bo Ocalan vekim“ û anîne zimên ku berdana Ocalan wê rê ji aştîyê re veke. Ango; mesele mesela mifta girtîxana Îmralîyê ye. Heke mifte di destê kak Nêçîrvan de hebûya, wê yekser derî vekira û Ocalan ji wê giravê azad bikira.

Kaka can, ev pênc sal in sîxurên Lotikleaksê li dû mifta Îmralîyê bûn. Ji xwe sê miftên Îmralîyê hebûn. Yek di destê artêşa dewletê, yek di destê MÎT ê û yek jî di destê Kasimpaşalî Receb de bû. Sîxurên me şevek ji nîvê şevê wek mişkên binê erdê ketin mala Recebo, destê xwe xistin bêrîka şerwalê wî û mifta sêyemîn jê dizîn, anîn di xezîna Lotikleaksê de veşartin. Niha mifta sêyemîn di destê eşîreta Lotikxanê de ye kaka. Heke cenabê te bixwaze em karin wê miftê bidin te û tu jî sayin Ocalan ji Îmralîyê azad bike.

Lê em belaş nadin haaaaaa, na! Em mifta xwe belaş nadin canekem. Heke tu ji kerema xwe çend bîdon ji petrola Kerkûkê ji me re bişînî, yan jî tu xwedîkirina sêwîyên eşîreta me bigrî ser xwe, ser seran û ser çavan, emê miftê bidin cenabê te ellawekîl.

Te go çi kaka?

Emê li benda bersiva kekê xwe bin qurban…

Enqere  

About The Author