Terorîstê wan tirr ji terorîstên me berda

Ewrûpî hema bi qûna terorîstîya kesên Rojhilata Navîn girtine û bernadin. Kesên ji Rojhilata Navîn tirrekê jî bikin, hew we dît navê terorîstîyê bi tirra wî vekirin û ew xistin dosya reş, dinya lê herimandin. Lê derket holê ku terorîstên wan tirrê ji terorîstên Rojhilata Navîn berdidin û kujtina zarokan û mirîşkan li cem wan wek hev e.

Li Norwêçê qiyamet rabû. Kesê Norwêçî Anders B, bi cebilxanê ket nav zarok û xortên ku çûbûn kampa seyranê û wek mirîşkan ew dan ber gule û fîşekên demançe û keleşkofan. Li gora tê gotin, heta niha bi kêmanî 92 zarok û xort kujtine û dêqehpo wek tajîyê ku bide dû kîroşkê dabû dû kujtina wan ciwanan.

Êêêêêêêê Ewrûpîno! Mirovparêzno! Îcar kî terorîst e oxlim?

Terorîstên we tirrên mezin dikin yan ên me?

Werhasil, xwedê ji terorîstan re nehêle rebbî. Hema çi kesê ku mirovên bêguneh, bê sûc û sebeb bikuje, xwedê kerek Şamî bera ser wan de û xelas..

Oslo

About The Author