Werin eskerîya xwe di Lotikxanê de bikim cîgerim

Nivîskar û lotikvanê malpera Nasnamê Êlxan – Penaber, di quncik û muncika xwe de hawar û gazîya xwe gihandiye min xaltîka we Fatê û sernivîsa xwe jî kiriye: Ewrên reş hatin, brûskê li me da (http://www.nasname.com/Yazarlar/epenaber/9484.html)

Penaberê me xwe avêtiye tor û bextê min xanima bajarî, gula civatê û delala ber dilê xortên 14-70 salî û daxwaza çareserîya xwe û bi hezaran Kurdên weke xwe kiriye. Çiye pirsgirêka wan? Eskerîya Tirkan û neçûna Tirkiyê û welêt e.

Êlxan Penaber eynen, bê kêmasî wilo gotiye:

„Gula Lotikxaneyê, xanima bajarî, dermanê bêdermanan, xaltîka roja teng.. Xêra xwe dengê me bigihîne rayedaran. Bila çareyekê ji derdê me re bibînin. Bila me ji hevwelatiya Tirkiyeyê bavêjin“ filan û fîstan.

Birastî gava min nivîsa Penaberkê xwe xwend, ewrên reş hatin û brûskê li herdu çavên min jî da, hêsrên min bûn wek çemê Dîcle û Feratê û bi ser halê van penaberan de barîya. Wey weleddddddd pepûkno, qirikno, penaberno, qaçaxno, firarno wey weled!

Werhasilî kelam…

Piştî min name û reşbeleka Penabero xwend, rabû min yekser telefonî Kasimpaşalî Recebo, Gundî Kemal û generalên BDP û KCK kir. Min efûyek giştî ji wan xwest û min hêvî kir ku van penaberên me yên ku li Ewrûpayê ji ber neçûna eskerîyê di kuçe û kolanan de volta davêjin û kolanan bihust bi bihust dipîvin, efû bikin ku karibin vegerin welatê xwe û têra xwe bi xar û qirûş, tawla û satrancê bilîzin.

Axir…

Kasimpaşalî Receb di bersiva xwe de got: „Naaaaaaa, ew terorîst û merorîst in, yan wê bên wek zilaman di bin ala Tirko de eskerîya xwe bikin û wek hinek serok û siyasetmedarên Kurd têkevin hazirol ê, yan jî wan nîhabe dêya me ku em wan efû bikin lan“ û telefon girt.

Gundî Kemal jî eynen got:  „Te go eskerî nekirine, dixwazin em wan efû bikin û vegerin welatê xwe? Olan oxlim, ma ew penaber ji me çêtir in? Me jî sûnd nexwar lê piştre me tifa xwe alast û em poşman bûn, me bi sûndxwarina xwe meclîs hejand. Bela ew belqitî jî poşman bibin, bên eskerîya xwe bikin û xelas. Heke di eskerîyê de hatin kujtin ji xwe şehîd in. Na heke sax man ji xwe wê vegerin nav malbata xwe“ û telefon girt.

Generalên BDP û KCK jî eynen gotin: „Binerin oxlim, em bedelên mezin didin. Roj namîne ku hevalên me neyên girtin, neyên kujtin û lotik li me nekevin. Ma ew penaber ji me çêtirin qardaşim? Bela stuyê xwe bişkînin û bên têkevin nav tîma fûtbola me, têra xwe bi fûtbolê bilîzin. Yan wê ew jî wek mêran têkevin zindana Amedê û yan jî wê berê xwe bidin serê çiyê û seyd û nêçîra artêşê bikin. De yalla, karê me pir e, em niha bi Xweserîya Demokratîk re mijûl in û nikarin serê xwe bi pirsgirêka çend penaberan re bêşînin cîgerim“ û telefon girtin.

Îcar gelî penaber û koçberan..

Gelî firar û mehkûmên dewletê…

Gelî qaçaxên eskerîya Tirko..

Va xaltîka we Fatê ji bo çavên we yên reş û belek xwe muhtacî rayedarên dewleta sererd û binerd kir, efûyek giştî ji bo we xwest. Lê xuyaye bi tirr û fisan tenûr germ nabe. Yan hûnê biçin eskerîya Tirko bikin û bibin „eskerên qûnbicilik“ û yan jî hûnê biçin serê çiyê û ji bo Demokratîk Cimhûrîyetê şer bikin.

Virde wêde tuneye cîgerim. Tenê rêyek ji bo we maye. Li gora ku hûn nikarin û newêrin biçin welatê xwe, a baş bi ya xaltîka xwe Fatê bikin û werin eskerîya xwe di Demokratîk Lotikxane Cimhûrîyetî de bikin. Em wek Tirkan çek û sîleh nadin destên we netirsin. Emê her yekê komputerekê deynin ber we, çay û qehwa we deynin ber we û rojê heşt seetan ji Ajansa Lotikxanê re binivîsin. Em wek Tirkan salek û heşt mehan eskerîyê bi we nadin kirin. Eskerîya Demokratîk Lotikxane Cimhûrîyetî şeş meh in. Piştî şeş mehan emê teskera we têxin destê we û belgenameya „Eskerîya xwe bi mêranî û fêrisane temam kirin“ bidin we.  Hûn karin bi wê belgenameyê bi rûyekî spî biçin Tirkiyê û welatê xwe jî gelî penaberan.

Ez serê we bêşînim û neêşînim, niha top li cem we ye qurban.

Yan eskerîya Tirko Cimhûrîyetî

Yan eskerîya Demokratîk Cimhûrîyetê

Yan eskerîya Demokratîk Lotikxane Cimhûrîyetî

Û yan jî penaberîya li kuçe û kolanên Ewrûpayê.

Hûn bi qîma xwe ne..

About The Author