Kovar temam ma flîmên pornoyê

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Silêmanîyê be, dibêjin xwedêgiravî kovarek seksê dest bi weşanê kiriye û navê wê jî Xud (Xwe) ye. Dibêjin xwedîyê wê Azad Celal e û zêdeyî salekê ye ku kovar li Silêmanîyê lotikên seksî davêje der û dorê.

Dîsa li ser bextê bertîlxur û gendelên Silêmanîyê be, dibêjin rojnamefiroşê Silêmanîyê Enwer Berzo gotiye: „Jina min ji min berdayî be, bi şeş telaqên jinberdanê, ji şêx û mela bigrin heta bi mirîd û tolazan, ji  pîr û ciwanan bigrin heta bi parlamenteran jî vê kovarê dikirin û pê hînî lotik û zîtirkên seksê dibin“ filan û bêvan.

Perde merde nemaye, keç çiryane û diryane

Belkî hûn nizanibin, lê tê gotin ku li başûrê Kurdistanê zinêkarî bê hed û bê hesab bûye. Bi sedan û belkî bi hezaran keçên ku ji keçanî ketine û perda keçkanîya wan qetiyaye hene. Gellek caran ev bêxwedîka perdeyê dibe sedema ku keç xwe bikujin da ku zinêkarîya wan eşkere nebe.

Di vî warî de xwedîyê kovarê Azad Celal ji Rûdawê re gotiye: „“Zêdeyî 30 kurtenameyên keçan li cem min hene ku qala nemana perdeya keçîniyê berî mêrkirin û guhastinê dikin. Ev keç daxwaz dikin ka wê çawa çarserîyekê ji perdeyê re bibînin û perdeya xwe bînin ser sêhra berê“ filan û fîstan.

Siphan allaaaaa ji navê xwedê re!

Keçno, çiryayîno, ma ji çareserkirina perdeyê rehettir çi heye qurbanekem? Hema rahijin derzî û şûjinekê, ta û nexekî têxin qulika derzî û şûjinê û pê perda nav şeqê xwe bidirûn, ma zehmet e? Yan jî, ji xwe Çînîyên çavsînî perda keçkanîyê jî çêkirine û difroşin, perdeyek „Made în Çîna“ bikirin û têxin nav şeqê xwe û xelas, waweylê!

Îcar perde kuro!

Nebû nebû perda ber şibake û pencereyên xwe li kuna xwe bigerînin û aha ji we re perda keçkanîyê ma nabe, wî!?

Werhasilî kelam, kovara seksê derket ma „Televizyona Pornoyekan û Seks Şopekan“. Bi xêr û selamet wê di demek nêzîk de flîm û sînemayên seksê jî li başûr dest bi lotikan bikin.

De pîroz û bimbarek be rebbî…

About The Author