Başqanê me nekin taşeron qardaşim!

Serokê Kurdên dinya û axretê başqan Ocalan, vê hefteyê got êdî bes e û destê xwe li masê xist. Di hevdîtina vê hefteyê de qiyamet rakir û guhê herkesî kişand, mîrkutê xwe li nav serê hikûmetê, BDP, PKK,KCK, DTK û rewşenbîran xist.

Başqanê me vê hefteyê biryara xwe da (gerçî ev ne cara yekê ye) û got: “Êdî bes e cîgerim, tiştên ku ez bikim qediyan. Ji niha û pê de ji bo ez rola xwe bilîzim divê derfet ji bo tenduristî û ewlekarîya min bên afirandin, divê ez karibim azad tev bigerim. Yan na, heta ev neyên kirin ez tiştekî nakim dînime îmanime” û biryara xwe da.

Başqanê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan, gotiye ku herdu alîyan jî ew wek „taşeron“ bi kar anîye û guhê rayedarên dewletê û KCK kişandiye. Li gora ku ANF ragihandiye (li ser bextê xaltîka me Aysel Tûglûk be), başqanê me gotiye: „Binerin oxlim, ez li vir nikarim rêbertiya pratîk bikim. Di van şert û mercan de ez nikarim wisa û wilo bikim. Her du alî jî ji min re hin tiştên tiro viro dibêjin. Dewlet û AKP ji xwe çi dikin li holê ye. Herdu alî jî min bi kar tînin. Ev jî şantaj e. Qendîl min wek taşeron bi kar tîne. Dewlet jî min wek taşeronê heyetê bi kar tîne. Her du alî jî min wek taşeron bi kar tînin”  û gotiye „ji taşeronîyê re êdî bes e“ filan û bêvan.

De xwedê ji hikûmetê û ji xêrnexwazên ku başqanê me dikin taşeron re nehêle rebbî! Ma law başqanê me kesê ku bibe taşeron oxlim, ma hûn ji bavê xwe fedî nakin hûn başqanê me ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin ha!?

Axir, başqanê me di hevdîtina xwe de mîrkutek li nav serê hinek rewşenbîrên li Ewrûpayê jî xistiye û gotiye: „Hinek rewşenbîrên Kurd hê jî li ser pişta min debarê dikin, hê jî min bi kar tînin. Me hemi derfet didan wan xiyaran. Wan li Ewrûpayê li ser pişta me debara xwe kir. Niha jî 13 sal in xwe li ser pişta min xwedî dikin. Tu tiştekî nakin û her tim êrîşî min dikin. Heta niha jî debara xwe li ser pişta min dikin. Bi xêra vê yekê vedigerin Tirkiyê û êrîşî min dikin kuro”“ û lotikek bêîman li rewşenbîrên li Ewrûpayê xistiye, kumê wan berepaş li serê wan kiriye.  

Ez serê we, xwe û başqanê xwe neêşînim, tiştê zêdetir bala min kişand gotinên wî yên li ser Evrîm Demîr bû.

Çima ku Evrîm Demîr (18 salî) û Mustafa Malkoç xwe şewitandine, başqanê me ew herdu xortên naşî ji generalên KCK, PKK, BDP û KCD şarezatir û biaqiltir dîtiye û eynen gotiye: „

“Ya ku herî baş ev pêvajo fêhm kiriye Evrîm Demîr e. Keçek 18 salî ye, lê tiştên diqewimin baş fêhm kiriye. Ji ber ku fêhm kiriye biryara xwe daye, çalakiya xwe pêk aniye. Evrîm fêhm kiriye lê KCK, PKK, BDP, KCD fêhm nekirine. Di heman demê de Mustafa Malçok jî. Her du pir ciwan in û di vê pêvajoyê de ji me re pêşengîyê dikin. Lê ez pêşniyar dikim, li şûna ku xwe feda bikin derfetên ku bi awayekî azad bikarin xwe îfade bikin biafirînin. Ez herduyan bi hurmet bi bîr tînim” filan û xeftan.

Yanî; çima ku herdu ciwanan xwe şewitandiye pêvajo fêhm kirine, zîrek û şareza ne, lê siyasetmedar, çawîş û başçawîşên KCK, PKK, BDP, KCD, ew zilam û jinên tirtire pêvajo fêhm nekirine, xeşîm û paşdemayî ne.

Law sayin çawîş û başçawîş, onbaşî û generalên KCK, PKK, BDP, KCD!

Çima hûn pêvajoyê fêhm nakin qardaşim?

Çima hûn xwe wek Evrîm Demîr û Mustafa Malkoç naşewitînin babam? Ma hûn nizanin go pêvajo bi xweşewitandinê tê fêhmkirin yaw?  
Werhasilî kelam, başqanê me vê hefteyê dilê xwe û me rehet kir û îmana me taze kir.

Aferîn sayin başqan aferîn!

Ha wilo ha,  carê li nav serê wan mirîd û şeqşeqçîyan xe ji bo hişê wan bê serê wan gidî!

De heta Çarşemek din bimînin di xêr û xweşîyê de qurban…

Qendîl

http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=501

About The Author