Lêgerîn

Heger tu derya ye yarê, ezê bigrîm û ji hêsiran çêkim te

Heger tu mirin e, ezê xwe bikujim, çavan li jiyanê bigrim, ji bo bibînim te

Heger tu dojeh e, ezê gunehan bikim, ji bo paşê bibînim te

Heger tu buhuşt e, ezê bibim qewalên ser riyan, ezê bibim rebenên li ber dêran, ezê bibim meleyên mizgeftan, ji bo paşê bibînim te

Heger tu rengê tarî ye, ezê bibim rûniştvanekî welatê şevê, ji bo nêzîkbim ji te

Heger tu êşa giran e, ezê bi kêrê dil birînkim ji bo were tu

Heger xemgîniî ye tu, ezê mala xwe bivim welatê derdan, ji bo bibînim te

Heger tu bêdengî ye, ezê rojiya axaftinê bigrim, ji bo nêzîkbim ji te

Heger tu gulla ji tifinga bêrehm e, ezê dil bidim ber te, ji bo biêşim ji te

Heger tu zindan e, bela ez bim girtiyekî te

Heger tu pirtûk e, bela ez bim gotinek te

Heger tu pênûs e, bela ez bim ava te

Heger tu çav e, bela ez bim hêsirên te

Heger tu kul e, bela ez bim keserek te

Heger tu agir e, bela ez bim pêtiyên te

Heger tu xemgîn e, bela ez bim nalînek te…

Lê heger tu Kurdistana çar parçe ye,

ezê têbikoşim, têbikoşim, têbikoşim û têbikoşim ji bo

serbest û azad bibînim te..

About The Author