Xalê me Bûrkay vegerîya, mam ez

Belê qurban, xalê me Kemal Bûrkay ji nav berf û baran, ji nav sur û serma Swêdê û Îskandînavyayê azad bû û berê xwe da Tirkiyê, konê xwe yê pêşîn li bajarê Stenbolê veda. Xalê me Bûrkay (ku kêfa min pir jê re tê û Kurdekî zêdeyî qalibê xwe ye), hem di xatirxwestinê de û hem jî di xêrhatinê de bi halla halla, bi def û zirne hat pêşwazîkirin, kêfa dostên wî hat û dilê dijminên wî jî reş bû.

Belê, xerîbî zehmet e û hema hema min jî wek xalê xwe Bûrkay tam 31 salên xwe li xerîbîyê bihurandiye. Xerîbî û penaberîyê nîha kefenê 101 bavê min û xortanîya min û tirr di min de nehiştin. Lê nebêjin niyeta Tacdîno jî heye wek xalê xwe Bûrkay vegere haaaaa, na! Çima na? Ji ber ez hê nebûme 74 salî ji ber wê. Hîna ji 74 salîya min re 25 sal, 11 meh, 25 roj, 12 seet û 33 deqîqe hene. Helbet heke ez heta wê çaxê sax maaammm belkî ez jî xatir ji Ewrûpayê bixwazim û bêjim „çuuuuusssssss“ û destê xwe bihejînim. Lê ez ditirsim ez 74 salan dirêj nejîm hûn zanin.

Werhasilî kelam, heke heta 74 salîya min hinek rayedarên Tirkiyê li min gerîyan û rêya vegerê ji min re vekirin, belkî ez bêjim „kî zava, kî zava“ û ez vegerim. Na heke kesek li min negeriya û xwe kerr û lal kirin, ji xwe ezê jî li Ewrûpayê beqan bixesînim û hûn sax…

De ji xwe re hinekî li wêneyên xalê me Bûrkay binerin..

About The Author