Ji Devê Li Ken Çend Devlikenî!

Binê lingên min dixwre, lê bi xwe re nabînim bixwirînim.

Gelo kes tune were ji dêleva min bixwirîne?

Niza ez li ser serê xwe bisekinim, pişta xwe bidim dîwêr û binê lingên xwe bi dîwêr bidim wê kurmê min neşkê?

An jî ez li ser qûnê rûnimê , her du destên xwe bidim erdê û herdu lingên xwe jî bilind bikim û kerek bi xêra kerbûna xwe were bi zimanê xwe bialêse?

Li ser xêrê be, wa ye xalê min Kemal jî li ser vexwendina birêz û sayin dewlet yetkîlîlerî vegeriya welêt û lingên xwe tevlî gora xwe ya Pierre cardin bi axa welêt kir.

De ka em bi hev re bi sê dengan bilîrînin; Kilîlîlîlîlî!… Kilîlîlîlîlîlî!… Kilîlîlîlîlîlîlîlî…

Wek ku lîlandina dawî xurtir derket, we got çi? De tişt nabe, bila gunê xalê min Kemal sax be.
Ji şaneşîna havîngeha min ya ne qasî ya hin camêran xweş û bedew, bayekî xweş, hênkayî û ne hênkayiyê bera ber hev dide; bayekî niyhandokî ji bahra Xezarê qefle bi qefle xwe li min digre, tê û difûre. Ez jî xweş û pir geş di bin simbêla de dikenim. Kenê min jî ji qûndetî ye… Ez wek navê xwe, ji ber ku navê we nizanim, baş zanim ku ew ba bêhnên bi şehwet jî bi xwe re tine, ew bişîrîna qûnde ku ser çavê min dîl digre ji wê ye.
Min got; `Xalê Kemal, ezgorî, ezxulam, ka were Bakuyê bibe mêvanê xwarziyê xwe, em bi hev re bixwin xewyera masiyên Xezarê ligel votkayeke Ûkranî`

Got; `Na ez ê çi bikim ji xewyer û mewyera te û ji vexwarina votkaya Ûkranî. Heta ku negîhêm miradê xwe xewyer û mewyer li min heram e. Ji xwe votkaya Ûkranî jî bêyî keçikên Ûkranî tahmsarkî ye.`
Min got; `Ez heyran, çî ye miradê te?`

Gote min; `Pisîkeke min jî tune, ma tu fahm nakî hey nizanim çi? Erdogan soz daye min ku ew ê pisîkekê ji min re bikire, him jî ji pisîkên Wanê`

Min got; `Xalê min, tu bawer bikî, pisîka ku Erdogan ji te re bikire wê nikaribe mişkekê jî bigre.`

Dîsa bi heman şêwazê li min vegerand û got; `Xwarziyê min, ji xwe ez li dijî şer, pevçûn, alozî û zordariyê me. Bila mişk jî azad bijîn. Ez naxwazim pisîka min jî alîgirê şer û aloziyê be!`

Ji kerema xwe deqeyekê rawestin. Mîza min hat, ez ê bimîzîm û vegerim…
Wey mala Xwedê hezar carî ava law, kîsikê mîza min hindik mabû biteqe. Oxxxxxxxxxxx!… Bi şeref kirina mîzê jî nîvşehwetek e lo…

Serê Kemalîstan sax be! Kemalîzm jî hilweşiya…
Erdogan generalên dawîn yên nesinetkirî jî sinet kirin. Tew ez dibêjim, ev ne sinetkirin bû, ev di ber di jêkirin bû…

Bihevşabûna di germê de ne tu hawe ye…
Ma niza di germê de heywan jî ji niyhandinê aciz in?

Ji niha şûn de li Mîsa Îstîklalê vexwarina araqê û bihevlîstina hezkiriyan qedexe ye…

Rast derew, dibêjin li dijî bêîteatiya sivîl a Kurdistanê, AKP`yî jî dixwazin rojê iniyan li Mîsê li pey meleyên xwe yên başewala û doxînsist nimêj bikin.

Li erdê kulêmekên qûna min pûç û hişk bûn. Kes tune mînderkekê jî têxe bin qûna min. De tişt nabe, qey çend hevokek man; ji bo wan çend hevokan bi xwe rabînim dakevim jêr…

Fethullah Gulen biryara şer daye. Gotiye; `Ji misilmantiya kurdan bawer nekin. Kurd û misilman? Heta ku kurd nebêjin em tirk in, ji misilmantiya wan bawer nekin. Wek pêşiyên me, bi şûran wan bînin ser îmanê.

Guh nedin Hemo û Remo, nimêja xwe bikin… Ev derewên ateîst û kafir û nebawermendan e…

Bijî misilmanên tirk ên sixte!
Bimre misilmanên kawik ên kurd!

Ez pisîkeke demokrat dixwazim. Bila ewqas demokrat be, ji nêza bimre jî, êrişî mişkan neke…

KCD yê xweseriya demokratîk îlan kir. Ê li ser xêrê be!

Li herêmên din jî li ser qicixa KCD yê re xweseriya ne demokratîk îlan kirin…

Ma niza Îbrahîm Tatlises dest bi xwarina lahmecûnan kirine?

Çapemeniya tirkî qul bi qul xwe vedişêre. Ew rojnameger û nivîskarên ku qenal qenal digeriyan û zimanê xwe wek tişkî rep û dirêj dikirin, niza di ku de ne, wan nabînim?

Doh di kezeba Bakuyê de, yanî di navenda wê de lo, Azeriyan cama trimbêla min anîn xwarê-şkenandin. Ji trimbêlê çenteyê xanima min dizîn. Lê pê girtin. Di çente de tu kîrê lawê min tune bû. Tenê cûzdanê me yê zewacê û nasnameya keçika min hebû.

Ji cimheta Gulen û AKP yiyan dipirsim, bi wendabûna wî cûzdanî re, mara me betal dibe yan nabe?

Niza Kemal Kiliçdaroglû xewnên xwe bi kîjan zimanî dibîne?
Û bi kîjan zimanî bi xwe xweştîne?

Kemal Kiliçdaroglû û Kemal Bûrkay, çima navê herdu Tûnceliyan jî Kemal e ? Biborin, zimanê min nema digre ku bêjim `Dêrsim`

Pirsa dawî: Çima birêz û sayin Kemal Bûrkay di 31 saliya surgûniya xwe de vegeriya welêt?
Gelo dema Sezen Aksû here serdana birêz û sayin Bûrkay, wê li gorî jimara 31ê tevbigere?

Hêdî hêdî birçî dibim. Piştî xwarinê jî ez ê herim bahrê. Qûnda xezarê li benda min e, ez ê herim di wê nim…

Li ber xwendina vê nivîsarê di xew re nerin an ez ê heqê êşa pişta xwe û pûçbûna kulêmekên qûna xwe li we helal nakim…

About The Author