Çare ji mirinê re dîtin

Nexweşî sedema mirinê ye û mirin jî dawîya jiyanê ye. Ji ber vê; mirovan hertim xwestiye rê li ber nexweşîyan bigre û zû bi zû nemre.

Axir, gotina zêde serî dêşîne..

Li Endonezya eyaleta Cava, li herêma Rawa Buaya, xelkê deverê çare ji nexweşîyê re dîtine û qûş li mirinê qetandine. Dermanê nexweşîyê ray û şivên trênê ne. Gava xelkên deverê nexweş dikevin û dibe tirre tirra qûna wan, diçin xwe li ser wan ray û şivan dirêj dikin, ew ray û şivên hesinî wek miqnatîzê nexweşîyê ji bedena wan dikşîne û lotikekê li wan dixe.

Ê helbet car caran jî trên dinihê kefenê 101 bavê wan, wan dike piçik û parî û yekser wan ji nexweşîyan azad dike.

Werhasilî kelam, heke hûn nexweş in û dixwazin rehet bibin, yekser berê xwe bidin Endonezya eyaleta Cava, serê xwe deynin ser şivên hesinî û cigara xwe bikşînin ser kezeba xwe heta hûn rehet bibin. Lê ku trênek hat û serê we ji gewdê we jêkir, em ne mesûl in kaka…

Endonezya

 

 

About The Author