Kurd nikarin bi kerê, lê dibezin kurtên

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo û Serê Kanîyê be, dibêjin çend lotikvanên partîya PDY li Serê Kanîyê du tekoşerên Kurd bi navê Mihemed Yûsiv Bro (Bavê Bahoz) û Mehmûd Walî (Bavê Gandî) revandine, ew êşkence kirine û xistine halê mirinê.

Li gora ku gundî û cîran li ser tenûran dibêjin, dibêjin endamê PYD Fewaz, herdu çalakvanên Kurd bi dostanî dawetî mala xwe kiriye , piştî ku herdu welatperwer di mala wî de ketine xefikê, hinek endamên din ên PYD bi zora çek û sîlehan ew revandine û birine derveyî bajêr. Li wir ew bi lêdan û êşkencê nermijandine û avêtine nêzîkî gundê Eloka Rojhilat.

Werhasilî kelam, aha em Kurd ev mexlûqat in ha brano. Em nikarin bi kerê, lê em dibezin kurtên. Em kurmê dara xwe ne.

Ê law hey malnexerabino, malnemîratino, çima hûn kêfa dijminan li me tînin baba? Ma go we di şûna Bavê Bahoz û Bavê Gandî de du eskerên Sûrî birevanda û serê wan têxista qûna bavê wan, ne çêtir û bixêrtir bû ha?

Ez serê we bêşînim û neêşînim, hema kî dijminatîya Kurdan bike, kî dijminatîya milletê xwe bike, xwedê ji wan re nehêle û xelas…

Qamişlo

About The Author