Helwestek Kurdewarî û lotikek pîroz

Belê, li bajarê Qosera Mêrdînê, xortên me vê carê lotikek pîroz û kesanedî avêt û şeqamek li bin guhê dewleta virqo xist.

Xortên Kurd (ku çend sîxurên Demokratîk Lotikxane Partîsî jî di nav de bûn), çima ku elektrîka bajêr tim tê qutkirin, şîrketa TEDAŞ a elektrîkê şermezar kirin û serê rayedarên şîrketê paşûpê xistin qûna kerê.

Lê ya herî balkêş û xweş, van xort û ciwanên Kurd pankartên Kurdistanî bilind kirin û li ser pankartan nivîsandin, „Kurdistan bindest e“ „Em dixwazin hakimê axa xwe bin“ û lotikên Kurd û Kurdistanî avêtin.

Axir, ev helwesta xort û ciwanên Kurd helwestek Kurdistanî, pîroz û ciyê şanazî û pesindanê ye. Divê xort û ciwanên me êdî bi hişmendîyek Kurd û Kurdistanî bilivin û vê tirrê ji kes û dezgehên ku Kurd û Kurdistanê difroşin re nehêlin wesselam..

Qoser

About The Author