Ka go Barzanîyan darek xistiba qûna te!

Insan şîrê xav xwariye. Û Kurdan jî tew ji şîrê xav wêdetir, şîrê şîrê xaw xwariye. Ez bawer nakim tu millet ji Kurdan xirabtir hebin ku dijminatîya qewmê xwe û hêjayîyên xwe bikin. Di vî warî de em Kurd nimûne ne, hem jî nimûneyek pir xirab.

De binerin bê vî qûnekî çi kiriye û navê malbata Barzanî çawa herimandiye û diherimîne.

Kesê bi navê Muhammed Kerîm Barzanî, li bajarê Bodrûm a Tirkiyê, xwe wek endamek ji endamên malbata Barzanî (wek xwarzê yan brazîyê Mesûd Barzanî) daye naskirin û li ser vî navê pîroz têra xwe zinêkarîya xwe dike. Kesê ku navê Muhammed Kerîm Barzanî li xwe kiriye û bi navê malbata Barzanî Kurdan di çavê Tirkan de piçûk dixe, yarê doxînsista çiryayî Şeyda Coşkun e, bi zêrevanê xwe re digere û zêrevanek çekdar wî diparêze.

Li gor rojnama Gunaydin dibêje, piştî belavbûna vê lotika bergîlkî, brazî yan jî xwarzîyê kek Mesûd Barzanî (Mistefa Salman Barzanî) daxuyanîyek daye, helwesta wî qûnekê ku navê malbata Barzanî bi kar tîne şermezar kiriye û gilîyê wî li cem dezgehên Tirkiyê kiriye. Mistefa Salman Barzanî, gotiye „Berî mehekê em pê hisiyane ku ew bêbav navê me bi xirabî bi kar tîne. Em malbatek mihafazakar in, jiyanek me ya sosyetîk tuneye. Ez pirê caran ji bo kar û barên xwe têm Tirkiyê, şofêr û zêrevanan jî bi kar naynim. Gelo ev bêbav sextekar e yan hîlebaz e em wek malbat dixwazin bizanibin“ û gilîyê wî li cem dezgehên dewletê kiriye.

Werhasilî kelam, xuyaye ev lolo ye û lêlê jî hê maye. Muhammed Kerîm Barzanî navê malbata Barzanîyan ji bo zinêkarîyên xwe bi kar tîne. Gelo wê sibê dusibê hinekên din ji bo çi bi kar bînin ez jî nizanim.

Lê ez karim vê bêjim; çi kesê ku navê „Barzanî“ bi xirabî û ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne, xwedê topa qiyametê di nav doxîna wî / wê de biteqîne û hûn ji min re sax…

Bodrûm

About The Author